Yazîkirin, Nivîsîn, Qederandin
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Whatsapp:+90 544 762 95 77 Fîlolog Michael Chyet di ferhenga ya Kurmancî-Îngilizî da li mehneya destiny ê tevî bext, qeder, felek û çend kelîmeyên din yazî jî nivîsiye. Dema çavê min li yazî yê ket ez sekinîm hinekî, bişirîm çîşkekî û bi benê xatirayan ketim, daketim bîra xwe. Rehme’l mirîyên haziran be, bavê min rehmetî salên 1960î li eskerîya xwe ya li hêla Çeneqqelê bi nivîsa xwe ya pir çeleng yazîci bûye. Bavê min eskerîya xwe ya wan çaxan nola unîversîteyên vî zemanê me dihesiband û digot ‘’Ji we xatirayên unîversîteyê ji min xatirayên eskerîyê’’ Di wan xatirayên eskerîyê da bavê min behsa hevalên xwe yên ji hêla bajarên şerqî dikir û digot ‘’Ji min ...