Yazîkirin, Nivîsîn, Qederandin


Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Whatsapp:+90 544 762 95 77

Fîlolog Michael Chyet di ferhenga ya Kurmancî-Îngilizî da li mehneya destinyê tevî bext, qeder, felek û çend kelîmeyên din yazî jî nivîsiye.

Dema çavê min li yazîyê ket ez sekinîm hinekî, bişirîm çîşkekî û bi benê xatirayan ketim, daketim bîra xwe. 

Rehme’l mirîyên haziran be, bavê min rehmetî salên 1960î li eskerîya xwe ya li hêla Çeneqqelê bi nivîsa xwe ya pir çeleng yazîci bûye. 

Bavê min eskerîya xwe ya wan çaxan nola unîversîteyên vî zemanê me dihesiband û digot ‘’Ji we xatirayên unîversîteyê ji min xatirayên eskerîyê’’ 

Di wan xatirayên eskerîyê da bavê min behsa hevalên xwe yên ji hêla bajarên şerqî dikir û digot ‘’Ji min re digotin ‘kuro binivîse, yazî ke yanî, ew dibêjin binîvîse..’’ 

Fiîla nivîsînê tevî mehneya wê min cara pêşî ji bavê xwe bi xêra wan xatirayan bihîst.


Çinku a bavê min, a diya min, a Sirûcê, a Kobanîyê, a Berazîyan, fiîla nivîsînê, yazîkirinbû, yazmîşkirin bû, nivîsîn tunebû. 


Mesela sala 1933yan di Kovara Hawarê da nav Hebeş Îsmaîl şairekî di şiîrekê da ser Berazîyan berê gotiye, bi şûr in, di şeran da meşhûr in, boz in, pir delal in, hevalan re heval in û piştî van pesnan di dewamê da jî nola ku eybeka mezin be gotiye lê di zimanê wan da yazmîş kir heye. 

Heta ez bûm nivîskar jî ya rast min nikanibû bigota ‘’Ez dinivîsim’’, zimanê min tim tercîha xwe dida ser yazîkirinê. Min nedinivîsî lê min yazî dikir.

Tê bîra min, di zarokîya min da pîrên ji bext û heyatên xwe ne razî bi gazinc digotin ‘’Qey yaziya min a reş e..’’ 

Min wê çaxê fehm nedikir çira ew pîrên şorpir wer dibêjin, çinku yazî tiştekî mektebî bû, û yazîya reş jî tiştekî qelemî bû û ew pîr neçûbûn mektebê ku.. 

Lê ez niha rind zanim. Ez rind zanin însan çito mekteba heyatê dixwîne û qelem çito ro bi ro qederê yazî dike. Û ez rind zanim yazîya reş çi ye, ew yaziya hanê, ewa di ferhenga Michel Chyet da, ewa di heyata min da.. 

Omer Faruk Baran


Kovara Hawarê Sal:1 Hejmar 20, Berxikê Hawarê - Hebeş Îsmaîl, Amadekar: F. Cewerî, Weşanên Nûdem - 1998


Kurdish - English Dictionary, Ferhenga Kurmancî - Inglizî, Michael L. Chyet, Yale University Press - 2003

PIRR TÊNE XWENDIN

Stranên Zozanê, Feqîyê Teyran û Melayê Muzîkê

Mektûba Guhdar O. û Çîçeka Çolê