Kayıtlar

Claude Monet etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Yazîkirin, Nivîsîn, Qederandin

Resim
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Whatsapp:+90 544 762 95 77 Fîlolog Michael Chyet di ferhenga ya Kurmancî-Îngilizî da li mehneya  destiny ê tevî  bext, qeder, felek  û çend kelîmeyên din  yazî  jî nivîsiye. Dema çavê min li  yazî yê ket ez sekinîm hinekî, bişirîm çîşkekî û bi benê xatirayan ketim, daketim bîra xwe.  Rehme’l mirîyên haziran be, bavê min rehmetî salên 1960î li eskerîya xwe ya li hêla Çeneqqelê bi nivîsa xwe ya pir çeleng yazîci bûye.  Bavê min eskerîya xwe ya wan çaxan nola unîversîteyên vî zemanê me dihesiband û digot ‘’Ji we xatirayên unîversîteyê ji min xatirayên eskerîyê’’  Di wan xatirayên eskerîyê da bavê min behsa hevalên xwe yên ji hêla bajarên şerqî dikir û digot ‘’Ji min ...

Mektûba Guhdar Ş. û Hindurê Malan

Resim
Merheba,   Ez weke guhdar û xwendevanekê te yê dilsoz qasê te vegotîye hay ji jîyana te heme. Îro nêta min ne dilêşandin û tevrakirina derdê te ye. Tenê pirtûka ku min xwend, ka çawa derseke heyatê daye min dixwazim bibêjim. Heftîya çû, min  Cîhê Bavê Min  ya nivîskara Frensî Annie Ernaux, ku Nobela 2022yan girtîye, xwend. Gava li Konukeviyê benda hevalê xwe bûm min çû ji wê sahafa li erasa wê meydanê ku tenê di nêv de çend pirtûkên ji bo xwendinê hene  Cîhê Bavê Min  rakir û dest bi xwendina vê kitaba zirav kir. Her çiqas kitêb wek roman jî derbas bibe tehma rojnivîsk û bîranînê jî tê de heye. Nivîskar li gorî nêrîna xwe qala cihê bavê xwe yê di jîyanê de kirîye. Bi awayekî zelal û sade bi mirina wî destpê kirîye, çûye berî bûyîna wî û bi awayekî kronolojîk dîsa hatîye ser mirina wî. Dema min destpê kir bavê min hate bîra min û carekî de bi awayekî romantîk li bavê xwe fikirîm. Rind bû baş bû bavê min, car carna xwe nehetikanda baştir bû lê qey ewqas dibe. Pişt...

Li Diyarbekir Sirgûn

Resim
Va xeleka bi destekên bloga Hindik-Rindik hatiye hazirkirin. Bloga Hindik-Rindik ji 2007a vir va bi îstiqrar û bi zimanekî zinar ji hêla Stockholm û Swêdê radigihîne. Jibo bi hezaran nivîsên ser heyatê li bloga Hindik-Rindik binêrin. Kirîna kitaban di van salên dawî da bi enflasyon û bi bihabûna zêde ra êdî bû karê koleksîyoneran hêdî hêdî.  Sala 2023yan li Diyarbekir dema min çav li kitabeka Ahmet Hamdi Tanpınar zer kir û jiber bihabûna wê ew dîsa li şûna wê danî, min fehm kir ku îş xerab dibe, rewş giran dibe êdî.  Wan salên unîversîteyê, wan salên 2010î min ti carî budçe ji kitaban nebirî çinku, lê ez çend sal in tevî halê xwe yê ji xwendekarîyê çêtir, mecbûr dibirim û di kirînê da pir dîqet dikim.  Bi vê dîqetê car heye kitabên îşê min pê qedîyane radikim dibim sahafan û wan bi hinekên din ên bi min lazim ra diguherînim.  Talîya Eylûla 2025an e edî, di destê min da çend kitabên bi Kurdî radibim darim Dicle Sahaf a nêzî sûrên Diyarbekir.  Ekserî xanimek li di...

Eylûl 2025: 101 Dolar

Resim
Eylûla 2025an bi destekên guhdarên delal 101 dolar hat ket hesabê Perxudres Podcastê. Piştî dewlet û bankayan bac û xeracên xwe birîn ma 101 dolar ku bo min 100 dolar bendeka psîkolojîk bû.  Ez dibêjim li gor îstatîstîkan bi hezaran guhdarên Perxudres Podcastê hene û jibo karên vê podcastê nesekinin dewam bikin gerek ji Patreonê bi destekên guhdaran her meh 1000 dolar bikeve hesabê wê. Spasîya guhdarên me yên ji Nisêbînê, ji Diyarbekir, ji Adiyaman, ji Agirî, ji Erzirom, ji Sirûcê dikim - hinek min nikanibû tesbît bikirana - bi 1 dolar, bi 3, bi 5, bi 10 û bi 20 dolaran jibo domdarîya Perxudres Podcastê 101 dolar dane ser hevdu.  Nola her tim banga min eyan û eşkere bo hemî guhdarên Perxudres Podcastê ye. Eger hûn ji Perxudres Podcastê hez dikin, eger hûn dibînin ku ew tiştekî li heyata we zêde dike, eger hûn bi heyecan li benda her xeleka nû dimînin hûn jî dikarin dikarin ji Patreonê destekê bidin, mehane çi bi 1 çi bi 20 dolar.  Wê dema hanê guhdareka şixul di dest da j...

Sond Seba Çi Tê Xwarin?

Resim
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Li ziqaqên zarokîya min sond li ser şîrê dê dihat xwarin.  Mesela dema me futbol dilîst miheqeq ser korner û penaltiyan şer û şor çêdibûn û hêlekê hêla didin bi şîrê dê dida sondê.  Şormîsal, hêlekê korner bixwesta û hêla din jî bigota ‘’Top li min neket ku, ne korner e..’’, hêla korner xwestî digot ‘’Bêje bi şîrê dîya min be..’’ û ku wê hêla din jî bigota ‘’Bi şîrê dîya min be..’’, dihat hesibandin ku top neçûye kornerê, mesele hal dibû.  Mehne ew bû ku şîrê dê bi helalî hatibû vexwarin û sond jî li ser wî şîrî bi helalî dihat xwarin.  Di 7 salîya xwe da dema min dest bi mekteba Tirkan kir min berê ji hevalên xwe yên nola min nû Tirkî dielimîn  yemin içmek  bihîst bo sondxwarin...

Xewn, Qeder û Paul Auster

Resim
Esir e, min kitabeka Paul Auster hîn nû qedandiye, hîn dikim ser heyat û edebîyatê bifikirim ku qapi lêdikeve.  Xwarziyeka min radibe dare qêpi vedike; ku vedike, dibihîsim, dengê cîraneka me ya şêxî ye, min pirs dike.  Bi qasî xwarzîya min dibê ‘’Erê li mal e’’ û dibê ‘’Xaloo..’’ radibim ser xwe, bi çavên ‘’Xêr be înşelah’’ê dimeşime qêpi.  Cîrana me ya li devê dêri bi merhebaya xwe ya hazir sekiniye çito ku min dibîne, li dû merhebayê mîna mizgînîyekê bide dibê ‘’Min bi şev di xewnê da qedereka xêrli nehfli ji te ra dî..’’  ‘’Xêr be înşelah’’ dibêjim, ‘’Xêr e xêr e!’’ dibêje cîran, ‘’Eger yek heye qedera te ew e, eger tuneye gava hebe ew e’’ û ser wê qederê çend detayên ecêb dide, behsa bebikekê dike, behsa rê.  Hinekî şaşbûyî, hinekî şok li ser min, bi ûsil û îkram, ’’Were rûne cîran’’ dibêjim, ‘’Na, îşê min heye’’ dibêje cîran û halê dîya min dipirse..  Li salonê dinêrim û ‘’j’’ ji  nimêj ê kêm dibêm ‘’Li ser nimê ye, hindik maye biqedîne, were rûn...

Bi Xeta Trênê Ziman

Resim
Bo sedsala 19an şoreşa mezin xeta trênê ye. Wan çaxan mesafeyeka ku bi erebeya posteyê 24 saet bûye bi xeta trênê daketiye 6 saetan û vê yekê li ba şair û nivîskaran jî heyecaneka mezin çêkiriye   Şairê Alman Heinrich Heine sala 1843an li Parisê gotiye ‘’Sankî dar û dehl û çem û çîyayên hemî welatan ber bi Parîsê ve dikişin, tên’’  Dîsa wan salan Victor Hugo jî gotiye ku ‘’Bi xeta trênê wê kultûr hevdu nas bikin û wê Fransizî jî bibe zimanê temamê dinê.’’  Ji sedsala 20an vir va Îngilîzî zora Fransizî dibe û bi saya înternetê vê sedsala 21ê digihîne her quncikî.  Lê hîn pir berî înternetê jî zimanê Îngilizên katib û kolonyalîst li dinê zû bela dibû.  Zimanzan dibêjin Îngiliz dema 1788an çûn Australîa li wir û li derdora wî welatî 260 zimanên ji hev cihê hebûne.  Ji wê çaxê vir ve 100 ziman wenda bûne çûne, 100 ziman niha li ber sikratê ne û zarokên yêrlîyên Australîyan van salan li mekteban bi qasî 20 zimanan dersan distînin.  Omer Faruk Baran Bîblîyog...