Eylûl 2025: 101 Dolar
Eylûla 2025an bi destekên guhdarên delal 101 dolar hat ket hesabê Perxudres Podcastê.
Piştî dewlet û bankayan bac û xeracên xwe birîn ma 101 dolar ku bo min 100 dolar bendeka psîkolojîk bû.
Ez dibêjim li gor îstatîstîkan bi hezaran guhdarên Perxudres Podcastê hene û jibo karên vê podcastê nesekinin dewam bikin gerek ji Patreonê bi destekên guhdaran her meh 1000 dolar bikeve hesabê wê.
Spasîya guhdarên me yên ji Nisêbînê, ji Diyarbekir, ji Adiyaman, ji Agirî, ji Erzirom, ji Sirûcê dikim - hinek min nikanibû tesbît bikirana - bi 1 dolar, bi 3, bi 5, bi 10 û bi 20 dolaran jibo domdarîya Perxudres Podcastê 101 dolar dane ser hevdu.
Nola her tim banga min eyan û eşkere bo hemî guhdarên Perxudres Podcastê ye. Eger hûn ji Perxudres Podcastê hez dikin, eger hûn dibînin ku ew tiştekî li heyata we zêde dike, eger hûn bi heyecan li benda her xeleka nû dimînin hûn jî dikarin dikarin ji Patreonê destekê bidin, mehane çi bi 1 çi bi 20 dolar.
Wê dema hanê guhdareka şixul di dest da ji min ra got ku xeyala wê ya zengînbûnê tek bo Perxudres Podcastê ye, di xeyalan da ew dikê zengîn bibe û dikê destekê bide vê podcastê.
Zanim ku wê guhdara Perxudres Podcastê bi safîya dilê xwe, bi nîyeta pak xeyala xwe ji min ra got, lê zengînbûn bi xwe ra rewşeka din çêdike.
Hem a me ne meseleya feqîrbûn û zengînbûnê ye, meseleya kultûrê ye. Bo mehekê 1 dolar, ne heqê qehweyekê ye jî, budçeya ti kesî nêşîne-naşewitîne, lê fikra dayîna wê bo podcasteka bi Kurdî giran tê bi însanên me.
Bi dehan hevalên min hene ku dikarin tehn û tinazên xwe bi 101 dolarî bikin û bêjin ‘’Perxudres Podcast karên baş dike, çima destek ewqas hindik e’’, lê dîsa ew bi dehan heval in ku nizanin 1 dolarî li wî 101 dolarî zêde bikin. Ne ji xizanîyê ji nezanîyê ku bi min nezanî ji xizanîyê pir û pir xerabtir e.
Hinek dildar û destekçîyên Perxudres Podcastê dibêjin ‘’Tu çima lînka destekê, lînka Patreonê ji însanan ra naşînî?’’ Ez naşînim, her çiqas ez tiştekî eyb û şaş nakim jî ez fedî dikim; lînka Patreonê li dera han, gava ez lînkên xelekên nû yên Perxudres Podcastê dişînim jî ez fedî dikim.
Fedî, me çi me çi nedî, spasîya wan guhdaran dikim ku di vê rêka dirêj da çi madî çi manewî hem bi Kurmancî û hem bi Zazakî bi Perxudres Podcastê ra ne. Perxudres Podcast bi destekên wan deng li dinê dimîne. Pir spas, pir spas û pir silav û pir hurmet.
Omer Faruk Baran