Mektûba Guhdar Mercan û Bextê Felekê

Bextê min pariyek bû. Hîn dema ez zarok bûm lê hesiyabûm, lê zarokek li tiştekî bihese jî nikare ew qasî jê fêm bike.

Min zarokatîya xwe li paş xwe hişt û car caran têgihiştî car caran xeşîm ji şîpka ciwanîyê derbas bûm. Bextê min hîn jî pariyek bû, bes ji wê pariyê ku ez di zarokatiya xwe de lê hesiyayî biçûktir bû êdî. Ez nizanim kê ew bext dicût, qey min dicût?!

Her çi ye, her çawa be min bi demê re dît ku gelek tişt tenê pariyek in û ezê ti carî bi pariyekê têr nebim.

Hezkirin û bêrikirin du parî bûn. Min çi gava hezkirin didît min xwe têr hîs dikir. Di xewê de têr bûm, hişyar dibûm têr bûm, bi hêrs dibûm têr bûm, dikeniyam têr bûm, deng ji min diçû têr bûm. Têrbûnek wisa ku dawî lê nedihat.

Piştre rojeke reş hat, pariyê hezkirinê li ser dilê min çikiya, canê min ziwa bû û çilmisî ruhê min.

Li ser sifreya min tenê bêrîkirin ma. Min parîyek bêrîkirin parî bi parî dabeland. Qirka min êşîya, diranên min kuh bûn û hêz hat ser zimanê min, lê tameka tehl û giran bû, kêrî tiştekî nehat ziman, jan da canê min.

Ji ser sifreyê nerabûme. Di destê min da mektûbek, ew jî sê parî bû, lê jê ma parîyek, ez dibêjim ezê heta hetayê li ser sifreyê bimînim.

Dizanim, dizanim ku wê li vê sifreyê bêrîkirin mirina min bîne û ti kes min nenase jî yên ku ji qehrê mirine wê min binasin.

Guhdar Mercan

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji karên Perxudres Podcastê hez dikî di ser vê lînka Patreonê ra tu dikarî bo carekê yan jî di otomatîkê da her meh destekên xwe bişînî. Dilê te çi wext bixwaze tu dikarî destekên xwe bisekinînî, betal bikî. 

PIRR TÊNE XWENDIN

Zimanê TRT Kurdî, Stêrk û Rûdawê - Planeka Makro

Bi Pêşgotina Abdullah İncekan Hinekî Din Rainer Maria Rilke

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe