Kayıtlar

Guhdar Hemîd etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar Hemîd û Şevên Hîv Jê Çûne

Resim
Sal 2024 bû, rojeke havînê, Xwedê li ser platforma Snapchatê gulek derxist pêş min. Gula gul, ez şibandim merîyekî xwe û di ser wî ra henekên xwe bi min kirin lê di dawîyê da dî ku kesê ku pê henekê xwe dike ne merîyê wê ye, lêborîn û afa xwe xwest û çû. Qasî heftakî din ji min ra snepek şand gulê, min jî ew snep eciband û me dest bi şor û sohbetê kir. Lê roj bi roj rewş hinekî din guherî û dilên me li hevdu germ bûn. Roj mîna saetan kin dihatin bi me, saet mîna deqîqeyan, deqîqe mîna sanîyeyan. Sibehan bi  rojbaş an destpê dikir sohbeta me û heta şevan nîvê şevan  şevbaş  dihat dewam dikir. Sohbeta li ser telefonê têrê nedikir êdî, em hesreta wê rojê bûn ku em rû bi rû hevdu bibînin, dilên me dikelîyan.  Çawa bû nizanim, çavên felekê kor bin piştî demekê mala wê hinek problem derxistin ji vê sohbeta me ra û bendên mezin danîn pêşîya me.  Barê wê jî barê min jî giran bibû. Lê tevî bendan jî tevî barê giran jî ne ew kanibû ji min biqetîya ne jî ez ji wê. Bi bendê...