Bi Pêşgotina Abdullah İncekan Hinekî Din Rainer Maria Rilke
Navê Rainer Maria Rilke min cara pêşî serê salên 2000î di nêv şiîrên İbrahim Halil Baran da dî. İbrahim Halil Baran şiîreka xwe ya li dora ar û eynik û bê bi êvarên elif û bê îthafî wî kiribû. Wexta min navê Rainer Maria Rilke di wê şiîrê da nû dîbû nola gelek kesên navê wî nû dibînin min jî di serî da gotibû qey ew şair wê ye, ne wî, lê ez î şaş bûm. Dûra salên 2010î min di xatirayên Stefan Zweig da dî navê wî şairî. Stefan Zweig ser wan royên wan yên li Parîsê bi hez û hurmeteka mezin behsa Rainer Maria Rilke dike. Bi gotina Stefan Zweig be, Rainer Marie Rilke însanekî kamil, kibar û titîz bûye têra xwe. Stefan Zweig dibêje ew û Rainer Marie Rilke li Parîsê diketine her quncikî derdiketine û wî şairî li bajêr gava çavê wî li tabeleyaka herfên wê rîtmîk diketiye, ew tabela tekrar tekrar dixwendiye, ji şairîyê ye qey, qey ji rihê rîtmîk. Dîsa salên 2010î min bi Behçet Necatigil ê hinek metnên Rainer Marie Rilke tercûmeyî Tirkî kiriye, şair çişkî din n...