Ji Bexdadê Heta Toledo û Google Translate Tercûme
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we de ye. Tarîxçi û teorîsyenên tercûmeyan dibêjin tercûme li her derê di her dewrê de jibo kêrî mijar û meseleyekê were hatiye kirin. Tercûme bi xwe jî, dibêjin ew tarîxçî û teorîsyen, bi qasî telîfê kevn e û meseleyeka enteresan e. Alema ilmê wextekê li dora metnên Yûnanî bû ku ew metnên hêla han xerbî têne hesibandin. Sedsala 8an û 9an, piştî Îslamê deng daye û bela bûye pêşketina şerqî jî dîsa li ser wan metnên xerbî çêbûye. Eserên wan nivîskarên xerbî yên mîna Aristo û Hipokrat wan çaxan bi destê zanayên ji Sûrîyê hatine tercûmekirin. Tercûman ji Sûrîyê çûne Bexdadê, li wir eser tercûme kirine û ew bajar kirine merkezeka mezin a tercûmeyan. Piştî pêşveçûna li hêla şerqî sekinîye û Ewrupa ...