Ji Bexdadê Heta Toledo û Google Translate Tercûme
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we de ye.
Tarîxçi û teorîsyenên tercûmeyan dibêjin tercûme li her derê di her dewrê de jibo kêrî mijar û meseleyekê were hatiye kirin. Tercûme bi xwe jî, dibêjin ew tarîxçî û teorîsyen, bi qasî telîfê kevn e û meseleyeka enteresan e.
Alema ilmê wextekê li dora metnên Yûnanî bû ku ew metnên hêla han xerbî têne hesibandin. Sedsala 8an û 9an, piştî Îslamê deng daye û bela bûye pêşketina şerqî jî dîsa li ser wan metnên xerbî çêbûye.
Eserên wan nivîskarên xerbî yên mîna Aristo û Hipokrat wan çaxan bi destê zanayên ji Sûrîyê hatine tercûmekirin.
Tercûman ji Sûrîyê çûne Bexdadê, li wir eser tercûme kirine û ew bajar kirine merkezeka mezin a tercûmeyan.
Piştî pêşveçûna li hêla şerqî sekinîye û Ewrupa careka din ketiye rêka pêşveçûnê, Toledo ya Îspanya ketiye şûna Bexdadê û îcar jî ew dera bo tercûmeyan bûye merkez.
Li vê merkezê, tercûman rûdiniştine bêyî ku bisekinin vêsa xwe bigirin metnên di zimanê Erebî de werdigerandine ser Latînî.
Bi wan tercûmeyan, metnên Arîsto yên ji Yunanî çûne zimanê Suryanîyan, ji wir ketine zimanê Ereban, û sedsala 12an ji Erebî bûne Latînî.
Gorey gotina hinek tarîxçî û teorîsyenan sedsala 12an jibo tercûmeyan dewreka zêrî ye û ji tercûmanan re heta niha jî dewreka werga xweş çênebûye.
Wê sedsalê li Îspanya şopên şerqî û xerbî di ser ziman, kultûr û edetên Misilman, Xiristîyan û Yahudîyan li hev diketine û ji vê lihevketinê tercûmeyên xweş derdiketine.
Şor wer tê, sedsala 17an û 18an û paşê di sedsalên din de gelek tercûmeyên Quranê çêbûne, lê tercûmeya Rodbertus Ketenensis, ku 1143yan li Toledo hazir kiriye û bi zimanên xerbî tercûmeya pêşî ya Quranê bûye, çend sedsalan tesîr kiriye. Û wek tercûmeyeka serekî û serketî hatiye qebûl kirin.
Jibo tercûmeyên vê sedsala 21ê wê tarîx rokê çi bêje em niha nizanin, lê ya em zanin vî zemanî dilê tercûmanekî jêhatî hîn jî ti carî li tercûmeyên Google Translate û DeepL rûnane, lazim e ancax ew bi mora xwe, bi sewt û stîla xwe here li metnê vene.
Omer Faruk Baran
Bo zêdetir malumat tu dikarî li van kitabên hanê binêrî:
Annemarie Schimmel, Doğu Batı Yakınlaşmaları - Avrupa’nın İslam Dünyasıyla Karşılaşması, Almancadan Çeviren: Hüseyin Ağuiçenoğlu, Avesta Yayınları - 2012
Theodore Savory, Tercüme Sanatı, Çeviren: Prof. Hamit Dereli, Milli Eğitim Bakanlığı Yayınları - 1994