Kayıtlar

Zinarê Xamo etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Tûrîzm Tehmên Otokton Dikuje

Resim
Va xeleka bi destekên bloga Hindik-Rindik hatiye hazirkirin. Bloga Hindik-Rindik ji 2007a vir va bi îstiqrar û bi zimanekî zinar ji hêla Stockholm û Swêdê radigihîne. Jibo bi hezaran nivîsên ser heyatê li bloga Hindik-Rindik binêrin. Tarîxa însanan raber dike ku di motîvasyona ser bidestxistina war û welatên nû da, xêncî axê, dîtina milet û erf û edetên din jî hebûne.  Însanan dixwestine cîh û cil û kincên nû bibînin û van meraqan rê li ber çêbûn û pêşketina tûrîzmê vekirine.  Li gor lîteratûra tûrîzmê welatîyên Împaratorîya Roma ew kesên pêşî bûne ku bi kêf û zewqa xwe seyahat kirine.  Dîsa li gor wê lîteratûrê, Xiristîyanên diçûne Qudsê, Misilmanên diçûne hêla Meke û Medîneyê komên pêşî yên ger û seyahatê çêkirine.  Bes tûr û tûrîzma me ya modern a îro ro sedsala 19an li hêla Brîtanya destpê kiriye.  Bi erzanbûna mesrefên rê ra Îngilizan bi şîrketên tûran, kom bi kom, qefîle bi qefîle berê xwe dane Misir, Çîn û Hindistanê.  Sedsala 20an xaseten bi zêdebûn...

Li Diyarbekir Sirgûn

Resim
Va xeleka bi destekên bloga Hindik-Rindik hatiye hazirkirin. Bloga Hindik-Rindik ji 2007a vir va bi îstiqrar û bi zimanekî zinar ji hêla Stockholm û Swêdê radigihîne. Jibo bi hezaran nivîsên ser heyatê li bloga Hindik-Rindik binêrin. Kirîna kitaban di van salên dawî da bi enflasyon û bi bihabûna zêde ra êdî bû karê koleksîyoneran hêdî hêdî.  Sala 2023yan li Diyarbekir dema min çav li kitabeka Ahmet Hamdi Tanpınar zer kir û jiber bihabûna wê ew dîsa li şûna wê danî, min fehm kir ku îş xerab dibe, rewş giran dibe êdî.  Wan salên unîversîteyê, wan salên 2010î min ti carî budçe ji kitaban nebirî çinku, lê ez çend sal in tevî halê xwe yê ji xwendekarîyê çêtir, mecbûr dibirim û di kirînê da pir dîqet dikim.  Bi vê dîqetê car heye kitabên îşê min pê qedîyane radikim dibim sahafan û wan bi hinekên din ên bi min lazim ra diguherînim.  Talîya Eylûla 2025an e edî, di destê min da çend kitabên bi Kurdî radibim darim Dicle Sahaf a nêzî sûrên Diyarbekir.  Ekserî xanimek li di...

Mektûba Zinarê Xamo û Cewabeka Ser Rih û Rahîyayê

Resim
Gelî guhdar û hezkirên Perxurdes Podcastê, ez dixwazim li ser înterneta malxerab, li ser vê teknolojiya jiyan li min û li kokima xanima min kiriye zindaneke rastîn, çend gotinan bibêjim. Ji bo ku hûn jî bibînin vê înternetê çawa kezeb li min reş kiriye. Gelkî pesnê înternetê tê dayîn, lê vê teknolojîyê bîn li însên çikandiye. Rast e, gelek aliyên baş ên înternetê hene, meriv zûtir û rehettir xwe digihîne tiştên meriv lê digere. Lê aliyê wê yê negatîf jî ne hindik e, kes qala vî aliyê wê yê kal û pîrên wek min perîşan kiriye nake, ya jî pir kêm qal dike. Dema înternet tunebû jiyan rehettir û xweştir bû. Hevaltî ne bi riya Facebookê, Xê û Instagramê bû, rû bi rû bû; meriv karê xwe yê burokratîk jî rû bi rû, bi rehetî dimeşand. Lê nuha ne were ye, her tişt bûye dîjîtal, bûye makîne. Êdî însan bersîva te nade, makîne, robot bi te ra dipeyive, ew bersîva te dide.  Li Swêdê tu telefonî kîjan bankê, kîjan dahîrê dikî robot derdikeve hemberî te, dibêje tu çi dixwazî? Dibê êdî tu derdê xwe,...