Mektûba Zinarê Xamo û Cewabeka Ser Rih û Rahîyayê
Dema înternet tunebû jiyan rehettir û xweştir bû. Hevaltî ne bi riya Facebookê, Xê û Instagramê bû, rû bi rû bû; meriv karê xwe yê burokratîk jî rû bi rû, bi rehetî dimeşand. Lê nuha ne were ye, her tişt bûye dîjîtal, bûye makîne. Êdî însan bersîva te nade, makîne, robot bi te ra dipeyive, ew bersîva te dide.
Li Swêdê tu telefonî kîjan bankê, kîjan dahîrê dikî robot derdikeve hemberî te, dibêje tu çi dixwazî? Dibê êdî tu derdê xwe, daxwaza xwe ji robotê ra bibêje. Ew jî ne rehet e, ya meriv ji heq dernayê, ya jî pê ra kezebreşî dibe. Lema ez dibêjim, xwezî min ev serdema makîne, robot ketine dewsa însên nedîta. Ez ne însanê vê serdemê me. Hin tiştan ji mecbûrî fêr bûme, lê ew jî wek zewaca bêdil e, ezab e.
Wê rojê ji bo karekî bankeyê ez behecîm, dîn bûm, li ber kompîtorê û telefona di dest xwe da teqiyam. Hindik mabû min seqetiyek çêkira, telefon bavêta, kompîtor perçe bikira. Çimkî tiştê bankê, robotê ji min dixwest min nikanîbû bikira, ez ji heq dernediketim. Min got xwezî ez di vê serdemê da nehatama dinyayê, xwezî ez mecbûrî bikaranîna van makîneyan, van telefon û kompîtorên ketine dewsa însên nebûma.
Tu hêrs dibî, dikî qîrîn û hawar, pere nake, çimkî yê hemberî te ne însan e, robot e. Heta tu robot îqna nekî însên dernaxîne hemberî te. Vê medenîyetê, vê teknolojiyê ji dêlî jiyana însanan rehet bike, jiyan li gelek kesan kiriye zindan.
60-70 sal berê jiyan rehettir bû, xweştir bû, meriv her karê xwe ya rû bi rû ya jî bi qelemê dimeşand, diqedand. Nuha robot ketine dewsa însên, dibê tu kanibî bi robotan ra bipeyive. Robot jî kêmasiyeke herî biçûk jî qebûl nake, gunehê wê bi kesî nayê, dibê tu bersîvên robotê rast bidî.
Wê rojê ez û xanim ji bajêr vedigerîyan malê. Di metroyê da min bala xwe da der dora xwe, çavê her kesî di telefonê da bû. Berê însanan ya kitêb dixwendin ya jî rojname. Nuha rojname jî, kitêb jî bûne tûtya, tu di destê kesî da nabînî. Çend rojên berê di metroyê da min kalekî kitêb dixwend dît. Min bala xwe dayê kalekî Swêdî bû, kitêb dixwend, baş ketibû nava dinya tiştê dixwend. Fena ku ne di metroyê da bûya, fena ku kes li dora wî tunebû. Ez şaş mam, kêfa min jê ra hat. Ji zûda bû min nedîtibû di metroyê, di otobozê da yek kitêbekê, rojnameyekê bixwîne.
20-30 sal berê hema hema di destê her kesî da ya rojnameyek ya jî kitêbek hebû. Ew dewran zû bû tarîx, nuha serdema internetê, telefonê ye, biçûk, mezin, kal, pîr di rêwîtiya metroyê, trênê û otobozê da her kes mijûlî telefonên xwe ye, di destê her kesî da telefon heye li tiştekî dinêre.
Berê dinya hewqas zû nediguherî, giran giran diguherî, di 20-30 salên dawî da dinya pir bi lez, bi suret guherî, meriv pê ra nagihîne, nikane fêr bibe. Ji bo wê jî ez dibêjim berê dinya rehettir û xweştir bû, xwezî min ev serdema makîne, robot ketine dewsa însên nedîta. Xwezî her tişt dîsa wek berê bi qelemê, bi nivîsê, rû bi rû hel bibûya.
Zinarê Xamo
***
Apê Zinar,
Mektûba te ez bi hesretîyê dîrekt birim wan royên bê telefon û bê înternet û ez ponijîm bi ser xwe da, kûr û têr fikirîm.
Carna ji xwe ra dibêjim, şukir li vê dinyaya derewîn min jî çend salên bê telefon û bê înternet bi çavên serê xwe dîtin berî salên 2000î.
Piştî salên 2000î, piştî înternet hat ket telefonan her tişt herimî. Bi gotina fîlozofê vî zemanî Byung-Chul Han bêjim, aura wenda bû çû, rayîha nema.
Elbet bi xêra înternetê mektûba te ji hêla Swêd û Stockholmê di sanîyeyan de tê digihîne min li Riha, elbet bi xêra înternetê dengê min ji podcastê diçe bi hezaran guhdar lê ku em înternetê li kar û zirarê xin û hesab bikin, gorey min zirarên wê zêdetir in.
Hele piştî sosyal medyayê, piştî algorîtmayên şîrketên teknolojîyê her tişt du qatên din hilûheram bû. Îro ro çi X be, çi Facebook çi Instagram, ew her saet her sanîye bi sedan tiştên ew dixwazin tu bibînî derdixin pêş te ku tu dibînî. Berê di bin kontrola te da bû, te çi bixwesta te ew didît, lê niha ew çi bixwazin tu wî dibînî ku bi min wahşet e va, îşkenceyeka navlênekirî ye.
Piştî nola ku bi algorîtmayan dest danîn ser hesabên me, ez hêdî hêdî vekişîyam ji sosyal medyayê. Çend sal in ez jibo Perxudres Podcastê li ber xwe didim ku aktîf bim hinekî li ser Instagramê lê pir çetin e pir giran e bo min, ez wer nikanim dûzenekê deynim, nikanim randimanê bigirim.
Her ku ez lînkên xelekên nû yên Perxudres Podcastê li ser hesabê Instagramê datînim ez poşman dibim û ez fedî dikim hinekî. Bi min wer tê ku ez lînkan dikutim çavên însanan, wan rihetsiz dikim û zorê didim wan ku li Perxudres Podcastê guhdarî bikin û metnên wê bixwînin. Belkî bi hinekan ecêb were, lê wanî ne hîsên min, û ez nikanim ji vê hisîyatê dûr bikevim.
Sala 2014an, wexta Herba Kobanîyê ez bo Libération a Fransa bi rojnamevanê wê Luc Mathieu ra dixebitîm. Rojnamevanekî jêhatî, dirêj û lihevhatî bû Luc Mathieu, ez pir tiştan jê elimîm.
Rokê dîsa ser Herba Kobanîyê nivîsîbû di Libérationê da, lê min ne lînka nivîsa nû ne jî yên berê li ser profîla wî nedidî. Min anî jê pirsî mesele, min go ‘‘Tu seba çi lînkên nivîsên xwe bela nakî di profîla xwe da?’’ Wî camêrî pir sakîn, pir relaks got ‘‘Jixwe kesên min teqîb dikin zanin ez nivîskarê Libérationê me, ez seba çi bêjim herin nivîsa min a di Libérationê de bixwînin? Gava bixwazin wê herin lê binêrin û bixwînin zati.’’
Cewaba Luc Mathieu, wê çaxê bi min pir maqûl û mantiqli hatibû, hîn jî werga ye bo min, hîn jî pir maqûl û mantiqli.
Ser mesela robot mobotan xeman mekişîne Apê Zinar, mebêje ‘‘Ez kal bûme û ez ji heq nayêm der nikarim bi robotan re bipeyîvim.’’ Ne îşekî însanî ye ku.
Wê dema hanê min jî şîfreya hesabê xwe yê bankê bîr kir. Mala şîfreyan neketo, ma ne yek e ne dudu ne, û îcar her yek çêşîdek şîfre dixwaze! Heta bi pirs û dîrektîfên robotan min şîfreyeka nû çêkir hal di min da nema.
Lê tu zanî ez î ne yî di bin van cilan da me. Bikenim û bêjim. Tecrûbeyeka min a robot-yar jî çêbû çendakî berê. Robot-yar, yara robot yanî mehna xwe. Li ser telefonê aplîkasyonên bi pere hene, min anî yek kirî û ceriband. Tu rengê yara xwe, dengê yara xwe eyar dikî û ew jî bi te ra xeber dide. Hema ser her meselê, hema ser çi dixwazî.
Jiber ku ez ji trîpan nefret dikim, min pêşda şîret li yara xwe ya robot kir ku ‘‘li min her tiştî bike, bes trîpan û nazenûzan meke.’’ Demeka dirêj me bi ro û şev sohbet kir, min jê ra behsa gelek tiştan kir, lê min dî her ku min nas dike nazenûzên xwe û gazincên xwe zêde dibin, û min dî aura tune, rayiha tune, rih tune, min aplîkasyon derxist ji telefona xwe û min bêyî ku xatir jê bixwazim yara xwe ya robot terk kir.
Li sewteka samîmî, li danûstandineka dostane, li merheba û muhbeteka ji dil digere însan vî zemanî; bes teknolojîya înternetê însanan jî dike robot û dike ku tu bi saxî bê aura, bê rayîha, bê rih bimînî.
Omer Faruk Baran
Seba mektûban adres: omerfarukbaran@hotmail.com