Mektûba Guhdar Keskekesk û Cewabeka Kitabkitabî
Ez du sê roj in ji ber ku nefesa min rehet dernakeve diçim meşê. Hîn ez li malê me, derneketime, bi xwe ra dibêm ‘’ka qulaxlixa min ka!’’ Naxwazim bîr bikim qulaxlixa xwe, naxwazim guhên min ji dengê Perxudres Podcastê mehrûm bimînin. Dema ez Perxudres Podcastê vedikim, nola ku bi sohbetê nefesa min hêdî hêdî derdikeve û nola ku ez li gund mîna entelektuelan digerim. Sankî şeveka biharê ye û bayekî honik tê; sankî me pala xwe daye balgîyan û hevalên şorxweş meseleyên ji hev xweştir dibêjin. Her tişt li hev hatiye û kêfa min li şûnê ye, ez qet ferq nakim ku min 6000 gav avêtine tew. Ez ji nişka va dibînim ku gihîştime hedefa xwe; lê min hîn tenê çend xelekên Perxudres Podcastê qedandine. Welhasil, bi hevalîya Perxudres Podcastê meş pir xweş dibe. Ez ketime Gmaila xwe ku vê mektûba kin bişînim. Mîn dî cîhê hesabê min tije bûye û ez nikanime mektûbê bi rê kim. Gmail dibê ‘’Ya tuyê hinek pere bidî min ya jî ez îznê nadim te ku tu vê mektûbê bişînî’’, min çi ki...