Mektûba Guhdar Keskekesk û Cewabeka Kitabkitabî

Ez du sê roj in ji ber ku nefesa min rehet dernakeve diçim meşê. Hîn ez li malê me, derneketime, bi xwe ra dibêm ‘’ka qulaxlixa min ka!’’ 

Naxwazim bîr bikim qulaxlixa xwe, naxwazim guhên min ji dengê Perxudres Podcastê mehrûm bimînin.

Dema ez Perxudres Podcastê vedikim, nola ku bi sohbetê nefesa min hêdî hêdî derdikeve û nola ku ez li gund mîna entelektuelan digerim.

Sankî şeveka biharê ye û bayekî honik tê; sankî me pala xwe daye balgîyan û hevalên şorxweş meseleyên ji hev xweştir dibêjin. 

Her tişt li hev hatiye û kêfa min li şûnê ye, ez qet ferq nakim ku min 6000 gav avêtine tew. 


Ez ji nişka va dibînim ku gihîştime hedefa xwe; lê min hîn tenê çend xelekên Perxudres Podcastê qedandine. 

Welhasil, bi hevalîya Perxudres Podcastê meş pir xweş dibe. 

Ez ketime Gmaila xwe ku vê mektûba kin bişînim. Mîn dî cîhê hesabê min tije bûye û ez nikanime mektûbê bi rê kim.

Gmail dibê ‘’Ya tuyê hinek pere bidî min ya jî ez îznê nadim te ku tu vê mektûbê bişînî’’, min çi kir nekir, nebû. 

Talîyê, ez ji bo salê bi 500 lîraî bûm abone ku ez vê mektûbê bişînim. Mektûbek hat bi 500 lîrayî li ser min rûnişt. 

Guhdar Keskekesk


***


Guhdar Keskekesk,

Bi mektûba te him şa bûm him jî li ber te ketim welle. Di vê desttengîyê da, di vê ekonomî û enflasyonê da te çi kir te çi vexwar, te rabû 500 lîra da Gmailê? 

Gerçî ne sûcê te ye ku. Ar û agirê gur bi mala Gmailê keve, çito qêmîşe te bû, seba mektûbeka wanî şorşêrîn ji te 500 lîra xwest? Qey qe xatirek jî tunebû ma.. 

Te carê pere daye, heq e tu bi ro û şev mektûban bişînî, Gmailê biwestînî û heyfa xwe hilînî. Ez nizam kar e ji te ra ez nizam zirar..

Tu him bimeşî li Perxudres Podcastê guhdarî bikî, him methe vê podcastê bidî bi mektûbekê û him jî zirar zîyan bigihîne hêla te. 

Ka ez çi bikim? Ez ne awûqat im dehw û dozan li Gmailê vekim, ez ne zengînekî pere-pê ra-pir im bêjim heyran te 500 lîra daye madem, bişîne hesabê xwe ji min ra ez ji te ra 5000 lîra bişînim. 

Çi bikim, ka ez çi bikim? Ancax tu adresa xwe ji min ra bêjî ku ez ji te ra ji kitabxaneya Perxudres Podcastê çend kitaban bişînim û tu jî pê teselî bibî; doza me, zewq û zengînîya me xwendin e heyran. 

Spasîya te dikim seba vê mektûba hem mecazî hem jî rastî pir biha, silav û hurmetên çîşkî çîşkî dikenin niha. 

Omer Faruk Baran

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê