Mektûba Guhdar A. û Rûyê Pirsekê
Ji meyweyên ji daran dikevin, hêjîreke biçûk, hinareke pir biçûk, alûceke sor û çend hirmîyên hûrik didim ser hev di destê xwe yê rastê de û diçim ji nav daran. Li ser girekî dareke din dibînim, hêjîra min, hinara min, alûceya min û hirmîyên min di destê min de darê hembêz dikim. Bi dengê ba li dora xwe dinêrim. Mêrikekî xerîb dûredûr li min dinêre û li dû min tê, ji wir jî diçim. Paşê erebeyeke kevn, erebeyeke bi gul û kulîlkan dagirtî diajom. Diçim ku derê qet nizanim. Dengê bebikekê tê min. Dest ji erebê berdidim, diçe erebe. Şa dibim bi bebikê. Û dîsa mêrik dibînim. Mêrik bi tirs û telaş li dora xwe dinêre, dimeşe, diçe û tê, lê min nabîne. Ez bebikê ji paxila xwe datînim û ber bi mêrik ve diçim. Fîstaneke kesk û zer li bejna min e, berîya bi çend rojan hevalekê dîyarî kiriye. Li ser rûyê min bişirîneke sivik, ber bi mêrikê di tirs û telaşê de dimeşim. Min ferq dike mêrik, ew jî ber bi min ve tê, em hevdu hembêz dikin. Dûre li rûyê min dinêre mêrik, li rûyê m...