Mektûba Guhdar A. û Rûyê Pirsekê
Ji meyweyên ji daran dikevin, hêjîreke biçûk, hinareke pir biçûk, alûceke sor û çend hirmîyên hûrik didim ser hev di destê xwe yê rastê de û diçim ji nav daran.
Li ser girekî dareke din dibînim, hêjîra min, hinara min, alûceya min û hirmîyên min di destê min de darê hembêz dikim. Bi dengê ba li dora xwe dinêrim. Mêrikekî xerîb dûredûr li min dinêre û li dû min tê, ji wir jî diçim.
Paşê erebeyeke kevn, erebeyeke bi gul û kulîlkan dagirtî diajom. Diçim ku derê qet nizanim. Dengê bebikekê tê min. Dest ji erebê berdidim, diçe erebe. Şa dibim bi bebikê. Û dîsa mêrik dibînim.
Mêrik bi tirs û telaş li dora xwe dinêre, dimeşe, diçe û tê, lê min nabîne. Ez bebikê ji paxila xwe datînim û ber bi mêrik ve diçim.
Fîstaneke kesk û zer li bejna min e, berîya bi çend rojan hevalekê dîyarî kiriye. Li ser rûyê min bişirîneke sivik, ber bi mêrikê di tirs û telaşê de dimeşim.
Min ferq dike mêrik, ew jî ber bi min ve tê, em hevdu hembêz dikin. Dûre li rûyê min dinêre mêrik, li rûyê min dinêre û dibêje ''Tu çima qet li rûyê min nanêrî?''
Ez tiştekî nabêjim, tenê li rûyê wî dinêrim, tiştekî nabêjim, tenê li rûyê wî dinêrim û ji xew şiyar dibim.
Dengê mêrik hêj di guhên min de ye, rûyê wî li pêş çavên min, xwezî dibêjim, xwezî min tiştek bigota.
Guhdar A.