Sond Seba Çi Tê Xwarin?
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye.
Li ziqaqên zarokîya min sond li ser şîrê dê dihat xwarin.
Mesela dema me futbol dilîst miheqeq ser korner û penaltiyan şer û şor çêdibûn û hêlekê hêla didin bi şîrê dê dida sondê.
Şormîsal, hêlekê korner bixwesta û hêla din jî bigota ‘’Top li min neket ku, ne korner e..’’, hêla korner xwestî digot ‘’Bêje bi şîrê dîya min be..’’ û ku wê hêla din jî bigota ‘’Bi şîrê dîya min be..’’, dihat hesibandin ku top neçûye kornerê, mesele hal dibû.
Mehne ew bû ku şîrê dê bi helalî hatibû vexwarin û sond jî li ser wî şîrî bi helalî dihat xwarin.
Di 7 salîya xwe da dema min dest bi mekteba Tirkan kir min berê ji hevalên xwe yên nola min nû Tirkî dielimîn yemin içmek bihîst bo sondxwarinê, dûra jî ji mieliman yemin etmek.
Bi mantiqa dûz û tew ne xûz, yemin içmek a bi Tirkî di Kurmancî da sondvexwarin bû, û yemin etmek jî sondkirin.
Mieliman bi qehr ji me dixwestin em nebêjin ‘’yemin içiyorum’’, lê em bêjin ‘’yemin ediyorum’’
Sonda ku me bi Kurmancî dixwar, me bi Tirkî vedixwar, bes ne xwarin bû ne jî vexwarin, sond bi Tirkî dihat kirin tenê.
Li ser vê rêka xwarin, vexwarin û kirinê bi salan meraq bû ji min ra, sond çi bû û me seba ew çi dixwar?
İbrahim Bingöl, ku ser felsefeya Zazakî û Kurmancî xebitiye, di kitabeka xwe da bi referansên ji Kadri Yıldırım û Ahmet Kasımoğlu şopê dibe ser sondê û dibêje ew giyayek e.
Li gor xebatên İbrahim Bingöl, sond a Kurmancî û Zazakî ji sokenda Pehlewî hatiye ku ew di Tirkî da baldıran otu ye.
Baldıran otu, sokend yanî, yanî sond gîyayeka jehr têda ye, yanî Kurmanc û Zaza bi xwarina sondê mirinê didin ber çavên xwe.
İbrahim Bingöl dibêje ‘’Dema ku Kurmanc û Zaza sond dixwin, vegera vê sondê êdî tune ye. Heke sonda xwe xira bikin, wê bi jehra giyayî bên kuştin.’’
Sond dixwim, li ser şîrê dîya xwe sond dixwim ku li vê dinyaya derewîn, min pir feqîr dîn pir zengîn, çûme şayîyan hem min dîn şîn, lê min wer fehm nekir li van erdan çira kes xwendî û efendîyan tiştekî nahesibîn.
Omer Faruk Baran
Zazakî û Kurmancî - Ji Alîyê Felsefeya Zimanî Ve, İbrahim Bingöl, Weşanxaneya Avesta - 2022