Kayıtlar

Hesen Nazî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar SH. û Cewabeka Kilamî

Resim
Divê ez serê sibê saet di dehan da li mala Kilamcî Îwramê Xanimê bim. Min du roj berê bi wî ra xeber daye, min jê ra gotiye "Ezê bêm ziyareta te, te bibînim." Wî jî ji min ra gotiye, "Guhên min giran wûne keça min, e nikam kilama biwême. Dixwazî were, tu hatî jî serê sibê were, ezê herim nimêya Înê, keça min a delal!’’  Roja Înê serê sibê wextê ez li Semsûrê digihîjim nêzî mala dengbêj, ez telefonê dikim. Li ser telefonê dibêje "Va e li ber qêpi me, gopal di destê mi da ye!" Ez li dora xwe dinêrim, dibînim ku li pêşiya min, li ber derî kalekî 85-90 salî, berçavk li ber çavan, şalwarek lê, kumek li serî, sekiniye. Bi beşereke xweş min pêşwazî dike dengbêjê kal û em bi hevdu ra derbasî hundirê odeya wî dibin. Li hundirê odeyê sohbeteke xweş destpê dike. Dengbêj Îwramê Xanimê teyba xwe tîne û kilama Dewrêşê Evdî dide ser. Dibêje "Mi sê band qeyd kirin. Ev tenê li ba mi ma. Wê çaxê min karibû. Êdî taqet nemaye. E royê bandekê didim ser." Ji teybê dengek b...