Kayıtlar

Mektûb etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar J. û Barê Rê

Resim
Ez vê nameyê di tarîya şevê de dinivîsim. Her tişt di ber çavên min re derbas dibin li ber cama otobusê.  Hêvî dikim ku bi vê nameyê barê mirina ku min çend roj berê bihîst sivik bikim. Kedera dilê xwe birîjinim vê nameyê wê barê li ser min sivik bibe. Name û nivîs çend dilop av in jibo agirê di hindurê min de.  Qelem û kaxez dostên min bûn demekê, wê demê min dixwest hevokeke wisa bibînim ku pê mirinê pêşwazî bikim. Gelek dem derbas bû di ser wê demê re, lê min qet nekarî wê hevokê bibînim.  Min vê dawîyê dît ku ti hevok an gotin nikare li hember mirinê bisekine. Mirov li hember mirin û evînê bi tenê ne, mirov herî zêde dema ku ew hez dikin û dimirin bi tenê ne. Guhdar J.

Mektûba Yusuf Mîr û Xerabe

Resim
Ez çend rojên berê ji bo cenazeyekî çûme gundê me, gundê me yî hişk, gundê me yî dor tije qerac. Dema ku ez li gund ji bo erebeya xwe li cîhê parkê digeriyam, min li tenişta xerabeyekî cîhekî boş dît. Min erebeya xwe li wir park kir.   Xerabeyê ku min erebeya xwe li teniştê park kir demekê mala meta min bû. Ez sekinîm li ber, min li wî xerabeyî nihêrî. Li vê mala niha bûbû xerabe demekê zewac çêbûbûn, zarok hatibûn dinê, dil şikestibûn, bi şahiyan, bi şînan şevên zivistanê û rojên havînê derbas bûbûn. Mala meta min, ew mala bûbû xerabe.. Derîyê wê yê darîn li ber xwe dida hîn, li ser xwe mabû lê dîwaran xwe berdabûn, hêdî hêdî dişehetîn. Zemên mala meta min di nav lepên xwe da xeniqandibû, kiribû xerabe. Heyata însanan jî bi vî rengî ye min got ji xwe ra. Tu li vê dinyayê micadaleyeka zor dikî, şahî û şînan dibînî, bîranînan kom dikî lê zeman te hêdî hêdî dixeniqîne, tu terk dikî heyatê, te defin dikin û te terk dikin. Ez hinekî din fikirîm li ber wê mala bûbû xerabe. Her tiştê ku ...

Mektûba Guhdar Potûx û Cewabeka Karkolîk

Resim
Yên kar û barên dinyayê di jiyanê de dixin pêşiya saxî û rehetiya canê xwe, yên dilsaxîyê di kar û baran de dibînin, Xwedê belaya xwe daye wan ez dibêjim. Helbet bila derdora mirov ne pîs û gemarî be, bila sîstemeke karan hebe, lê ew karên giran dê kengê ji ber keda mirovan rabin, em dê kengê xwe ji xidamtîyê xelas bikin nizanim. Li hêvîya wê rojê me. Ne giyan azad dibe ne laş. Me çi ji vê jîn û jiyanê fêm kir nizanim. Ji siharê ve lanetê dibarînim, lanetê dixwînim û niha jî tevî êşa milê xwe yê rastê vê mektûbê dinivîsim. Dinivîsim, çimkî nikarim binivim û nizanim di vê şeva dirêj da çi bikim. Bêhna min teng nedibû, min ji xwe re li stranan guhdarî kir, hin tişt xwendin û kar kir ku binivim. Plana di serê min de wisa bû lê êşa milê min hat, nahêle binivim, dihêle binivîsim, nizanim çi dibêjim. Axx, yarê min nivistiye, bila binive cergê min. Bila, bila binive cergê min, jin dê kengê xwe ji karên giran yên malê rizgar bikin? Îmana xwe û me leqandin. De bila sporê bikin, yogayê bikin, bi...

Mektûba Aryen Rodî û Sekna Bejna Balekê

Resim
Destpêka salên 2000î bû. Biharê rengê xwe dabû keviran û Qerejdax   weke keskebûkê xemilî bû. Ez, apê min û çend pismamên min me pişta xwe dabû qûntara Qerejdaxê û li Diyarê Moza bêhna tavê digirt. Qerejdax, Diyarê Moza û gundê me Gomika.. Ev çar sed sal e em li vî gundê di cîhekî asê de ne. Di derbeya 1980î de leşkeran gundê me nedîbû. Him ji ber riya gundê me tune bû û him jî gund di nav gome û zinaran de bû, ji ber wê nav bibû Gomika. Heta îro jî mekteba gundê me tune ye û heta 2010an jî li gund kesekî xwende tunebû. Tenê apekî min di wan zorî û zehmetîyên salên 1970 û 1980î da xwendibû. Wî li  Hacettepe Üniversitesi yê tip qezenc kiribû. Ew jî ji ber meseleyên sîyasî bibû  telebe  û li çiyayekî welêt hatibû girtin. Li gundê me ji gerîlayan re dibêjin  telebe . Digotin  telebe hatin , yanî  kesên xwende û zana hatin. Ji ber ku ez li Diyarbekir diçûm mektebê gundîyên me giş bi çavekî mezin li min dinêrtin, wek kesekî  xwende û zana . Destpêka sa...

Mektûba Guhdar Ş. û Hindurê Malan

Resim
Merheba,   Ez weke guhdar û xwendevanekê te yê dilsoz qasê te vegotîye hay ji jîyana te heme. Îro nêta min ne dilêşandin û tevrakirina derdê te ye. Tenê pirtûka ku min xwend, ka çawa derseke heyatê daye min dixwazim bibêjim. Heftîya çû, min  Cîhê Bavê Min  ya nivîskara Frensî Annie Ernaux, ku Nobela 2022yan girtîye, xwend. Gava li Konukeviyê benda hevalê xwe bûm min çû ji wê sahafa li erasa wê meydanê ku tenê di nêv de çend pirtûkên ji bo xwendinê hene  Cîhê Bavê Min  rakir û dest bi xwendina vê kitaba zirav kir. Her çiqas kitêb wek roman jî derbas bibe tehma rojnivîsk û bîranînê jî tê de heye. Nivîskar li gorî nêrîna xwe qala cihê bavê xwe yê di jîyanê de kirîye. Bi awayekî zelal û sade bi mirina wî destpê kirîye, çûye berî bûyîna wî û bi awayekî kronolojîk dîsa hatîye ser mirina wî. Dema min destpê kir bavê min hate bîra min û carekî de bi awayekî romantîk li bavê xwe fikirîm. Rind bû baş bû bavê min, car carna xwe nehetikanda baştir bû lê qey ewqas dibe. Pişt...

Mektûba Guhdar D. û Piçek Payîz

Resim
Serê sibe saet di 07:04 an da alarm lêdikeve. Ez û qîza xwe şîyar dibin. Rutîna min ji bo kar, a wê ji bo mektebê destpê dike. Îro ji bo rojeka enerjîk ji Shahram Nazeri - Shirin Shirin vedikim ji telefona xwe. Em diranên xwe firçe dikin, cilên xwe li xwe dikin û derbazî mutfaxê dibin. Çenteyê qîza xwe hazir dikim, ne defter û kitab, kîjan fêkî, kîjan biskuvît, kîjan avdank.. Di dilê xwe da dibêjim ‘‘Xwedêyo kînga wê teşqeleyên min biqedin?!’’ Em derdikevin hêdî hêdî ji malê, kilîda malê û a erebê kontrol dikim, qîza min dipirse ji min, ‘‘Ezê kîjan solê pê bikim?’’ Kilîdê car din kontrol dikim û solên wê dikim nigên wê û solên xwe pê dikim û qîza min dibêje: ‘‘Mamîîîî, min avdanka xwe bîrva kir.’’ Kesereka kûûûûrrr dikişînim, solên xwe derdixim, dikevim hundir û avdankê digirim. Car din solên xwe pê dikim, derî kilîd dikim û em li erebê siwar dibin. Saeta  Silav û Gulav ê ye di Veng Radyo da. Digihîjin ber mektebê em, qîza min dibêje ‘’Çentê min giran e Mamîîî, bi min ra were’’ Ere...

Mektûba Guhdar O. û Deftera Çiyayê Sîpan

Resim
Mala me li gundekî Milazgira Mûşê bû û ji hinda mala ve Çîyayê Sîpan xweş xuya dikir. Rojeke payîza zarokîya min pîrka min a çîrokbêj li Çîyayê Sîpan nihêrî û ji min ra çîroka Siyabend û Xecê got. ‘’Nebaş û xêrnexwazan nehiştine ku ew bigêjêne mirazên hev, ew jî revîyane û xwe avêtine bextê Çiyayê Sîpan’’ got pîrka min. Piştî bihîstina çîroka eşqa wan evîndaran êdî min bi çavekî din li wî çiyayê bi heybet nihêrî, êdî qedr û qîmeta wî li ba min zêdetir bû, êdî min dixwest ez zû mezin bibim û rojekê biçim ser. Roj çûn, sal li pişta hev siwar bûn, dem çû dewran çû, ez mezin bûm û li gundekî Panosa Agirîyê bûm mamoste. Mekteba me ya gund li etegê Çiyayê Sîpan bû. Min her roj bi kêf û meraq li Çiyayê Sîpan dinêrî, mîna bûkeka xemilandî xuya dikir, êdî wext hatibû ku ez ji bo meraqa zarokîya xwe bi rê kevim. Rojekê ez li komeke çiyagerên ji Batmanê rast hatim û min xwe hazir kir û bi wan re berê xwe da Çiyayê Sipan. Ji edetên çiyageran bû, berî ber bi jora çiyayekî bi rê kevin, konê xwe li j...

Mektûba Guhdar Mercan û Bextê Felekê

Resim
Bextê min pariyek bû. Hîn dema ez zarok bûm lê hesiyabûm, lê zarokek li tiştekî bihese jî nikare ew qasî jê fêm bike. Min zarokatîya xwe li paş xwe hişt û car caran têgihiştî car caran xeşîm ji şîpka ciwanîyê derbas bûm. Bextê min hîn jî pariyek bû, bes ji wê pariyê ku ez di zarokatiya xwe de lê hesiyayî biçûktir bû êdî. Ez nizanim kê ew bext dicût, qey min dicût?! Her çi ye, her çawa be min bi demê re dît ku gelek tişt tenê pariyek in û ezê ti carî bi pariyekê têr nebim. Hezkirin û bêrikirin du parî bûn. Min çi gava hezkirin didît min xwe têr hîs dikir. Di xewê de têr bûm, hişyar dibûm têr bûm, bi hêrs dibûm têr bûm, dikeniyam têr bûm, deng ji min diçû têr bûm. Têrbûnek wisa ku dawî lê nedihat. Piştre rojeke reş hat, pariyê hezkirinê li ser dilê min çikiya, canê min ziwa bû û çilmisî ruhê min. Li ser sifreya min tenê bêrîkirin ma. Min parîyek bêrîkirin parî bi parî dabeland. Qirka min êşîya, diranên min kuh bûn û hêz hat ser zimanê min, lê tameka tehl û giran bû, kêrî tiştekî nehat z...

Mektûba Guhdar Elî: Ji Siwêregê Heta Gemeregê Kobanî

Resim
Sala 2014an ez li çolên Gemeraga Sêwasê zarokekî 11 salî bûm. Destê min nû şixula giran digirt wê salê, ez jî mîna mezinan li erdên patatan dişixulîm. Mala me ya ji Siwêregê û maleka ji Kobanîyê, ew 1 kur 6 keç, 7 xwişk û bira bûn, em jî 3 keç 3 kur 6 kes bûn, ji bo karên havîn û payîzê em tev ji sibê hetta êvarê dişixulîn û dişixulîn. Li erdên patatan sibe dibû êvar, êvar dibû sibe û dem diçû ku rojekê xebera nebixêr ji wê mala dê û bav li Kobanîyê ra hat, DAIŞ bi êrîşên giran bi ser Kobanîyê da dihat. Min ji gotinên mezinên malê fehm dikir ku mal têne talan kirin, zar û zêç, kal û pîr têne kuştin li Kobanîyê. Wê malê hema roja din jibo axên Kobanîyê xatir ji me xwest û tev çûn. 1 kur, 6 keç.. Ji wan kîjan şervan bû? Tev şervan bûn? Kobanî cîhekî çawa bû? Kuştin tiştekî çawa bû? Ewê bihatana kuştin? Destê min nû şixula giran digirt, lê aqilê min cewaba pirsên giran nedida. Ew çûn û pirsên min ên di serî da pir bûn, dûra roj bi roj ji bîra min çûn, pirs..  Sal qulibî 2015an, ez bûm...

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê

Resim
Çi gava xewa min nayê radibim makîneya firaqan dişixulînim. Dengê avê, di makîneyê da dengê guherîna cîye avê, carna dengê ketina firaqekê aramîyê didin min. Îşev jî wer dibe, xew nakeve çavên min. Radibim derdora xwe top dikim, dibêjim qene nebe piçek din jî dibetilim. Qedeh, tebax, kase.. Di her odeyekê da tiştek, derim û têm, derim û têm, û makîne tijî dibe. Pêlî qumçeya makîneyê dikim û mêze dikim ku îşareta parlatici yê sor dibe, îşareta ji bo biriqandina firaqan.  Oxxx dibêm ‘‘Îşekî din jî heye heta ku makîneyê bidim şixulandin, ezê piçek din jî biwestim û rehettir razim.’’ Derim ji bo biriqandina firaqan deterjanê tînim, dikim hundirê makîneyê, qapaxê digirim û didim şixulandin. Ji dengê ewil da, ew dengê gava makîne dest pê dike û avê digire, ez sakîn dibim. Derim balîfeka nerm û betanîyeka tenik tinîm, hema li nêzî makîneyê li ser qoltixê xwe dirêj dikim. Dengê avê te, di nav makîneyê de dizivire, û hêdî hêdî çavên min têne girtin; dengê avê tê, makîne avê davêje ser firaq...

Mektûba Guhdar Lehî û Cewabeka Xwekuştinî

Resim
Merheba, bi xatirê we... Çawa ku wextê mirina min hatibe û hê nemirîm dixwazim xatirê xwe ji we û ji vê dinê bixwazim. Îro, sibe, 3 meh din, 7 sal din û belkî jî 31 sal din nizanim lê ez ê rojekî bimrim û herim. Dibe ku ji nişka ve bimrim, dibe ku nexweşiyeke bêderman min bigre û hêdî hêdî pê wê bimrim. An jî mirineke bi xwestin, ma kî dizane dê kî çawa bimre. Wê rojê min vîdyoyeke li ser sê jinên nivîskar û helbestvan temaşe kir; Nilgün Marmara, Sylvia Plath û Virgina Woolf. Meraqa wan her sê jinan li ser edebiyatê bû belê, lê du tiştên din jî ew dişibandin hev: Jiyanên depresîf û xwekuştin.  Her sê jinan jî mektûbek nivîsandibû û paşê xwe kuştibû. Gelekî tesîr li min kir jiyan û mirina wan. Paşê ket hişê min ku ji bo nivîsîna mektûbeke xatirxwestinê ne hewce ye mirov xwe bikuje. Her wextê, beriya ecelê xwe mirov dikare mektûbeke xatirxwestinê binivîse. Madem ez ê jî rojekê her bimrim, min xwest mektûbeke xatirxwestinê bihêlim li pişt xwe, da ku piştî mirina min jî dengê min qut n...

Mektûba Yusuf Mîr û Cewabeka Gundî û Bajarî

Resim
Gelek kesên ku li gundan dijîn xeyal dikin ku li bajêr bijîn û ji bo vê yekê pir dixebitin. Însanên bajêr jî her tim xwezayê xeyal dikin, dixwazin li gund malên wan û bax û baxçeyên wan hebin. Heta hinek bajarî kon û karavanan dikirin, an jî malên li baxan dikirin û li wan bi cîh dibin. Bi rastî xeyaleke min e wiha jî hebû ku ez li gund malekê di nav erdê xwe da çêbikim û dawîya heftê herimê û werim. Min dixwest zarokên min di nav herîyê de bilîzîn. Lê gotina du hevalên min li ser min tesîr kir, wan fikrên min guherandin. Yekî got ''Madem me ewqas ji gund hez dikir û emê li gund bijîyan, çima me ewqas zehmetî kişand û me bi salan emek da seba em herin bajaran? Me dikaribû em li gundê xwe bimana, bê west emê li ser karê gund bixebitiyan û di nav xwezayê de bijîyan...'' Hevalekî din jî got ''Binêre, ez di nav hefteyê de di karê bajêr de dişixulim, dawîya hefteyê jî li gund dişixulim, rojên min ên boş tune ne, ez tim dişixulim. Her tim kar û xebat heye..'' ...