Mektûba Guhdar Elî: Ji Siwêregê Heta Gemeregê Kobanî

Sala 2014an ez li çolên Gemeraga Sêwasê zarokekî 11 salî bûm. Destê min nû şixula giran digirt wê salê, ez jî mîna mezinan li erdên patatan dişixulîm.

Mala me ya ji Siwêregê û maleka ji Kobanîyê, ew 1 kur 6 keç, 7 xwişk û bira bûn, em jî 3 keç 3 kur 6 kes bûn, ji bo karên havîn û payîzê em tev ji sibê hetta êvarê dişixulîn û dişixulîn.


Li erdên patatan sibe dibû êvar, êvar dibû sibe û dem diçû ku rojekê xebera nebixêr ji wê mala dê û bav li Kobanîyê ra hat, DAIŞ bi êrîşên giran bi ser Kobanîyê da dihat.

Min ji gotinên mezinên malê fehm dikir ku mal têne talan kirin, zar û zêç, kal û pîr têne kuştin li Kobanîyê. Wê malê hema roja din jibo axên Kobanîyê xatir ji me xwest û tev çûn.

1 kur, 6 keç.. Ji wan kîjan şervan bû? Tev şervan bûn? Kobanî cîhekî çawa bû? Kuştin tiştekî çawa bû? Ewê bihatana kuştin? Destê min nû şixula giran digirt, lê aqilê min cewaba pirsên giran nedida. Ew çûn û pirsên min ên di serî da pir bûn, dûra roj bi roj ji bîra min çûn, pirs.. 

Sal qulibî 2015an, ez bûm 12 salî. Rojekê em li mala me rûniştine di odeyê da, telefona birayê min lêket. Deng ji telefonê dihat, dengê wê mala ji kobanîyê hatibûn Sêwasê, dengê wê mala bi me ra bû:  “Kobanî azad bû ha, Kobanî”

Kobanî azad bûbû. Azadî tiştekî çawa bû? Min zanibû, ez êdî 12 salî bûm, mezin bûbûm, min cewaba pirsên bi bedelên giran zanibû, 12 salî bûm. 

Guhdar Elî 

PIRR TÊNE XWENDIN

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê