Kayıtlar

Aram Tîgran etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

''Xelkên Kobanîyê Çar Ziman Zanibûn''

Resim
Şair û nivîskarê sedsala 20an Osman Sebrî di xatirayên xwe da ser Kobanîya serê sedsala 21ê li dinê alemê hat nas kirin dibêje  Kanîya Ereban.  Osman Sebrî yê ku demeka dirêj li Kobanîyê bi begên Berazîyan ra maye bi Kanîya Ereban navê wir î wê dewrê li ser zimanan nivîsîye.  Li gor tarîxçîyên Kobanîyê koçerên Ereb havînan pezê xwe ji çola hêla Reqayê seba çêrandinê ber bi bakur va dibirine, diçûne ser vê kanîya bajarê îro û loma jî nav bûye Kanîya Ereban.  Çekdarên DAIŞê sala 2014an gava ketin Kobanîyê gotin navê vir êdî  Kanîya Îslamê  ye, bi Tirkî  İslampınar,  bi Erebî  Eynel Îslam .  Ew çekdarên DAIŞê bi tevkarîya şervanên YPG, YPJ û koalîsyona bi rêberîya Amerîka sala 2015an ji bajêr hatin derxistin û navê Kobanîyê deng da.  Wer ewqas deng da ku navê Kobanîyê, êdî şûna Sûrîyê jibo kesên navê wî welatî berê ti carî nebihîstibûn li gor cîhê Kobanîyê dihat tarîfkirin. Şahîn Bekir Soreklî di nivîseka xwe ya sala 2011an da avabûna ...

Berberê Pîranî, Herba Tifing û Tembûran, Îsot û Bîraxane

Resim
Berber min î jiber Tirkîya wî ya Diyarbekirî min hîn piştrast nekiriye ka Kurmanc e yan Zaza ye, piştî ez bi telefonê xeber didim, jiber Tirkîya min ya Stenbolî îhtimaleka mezin, di ber meqesa xwe ya oste ra bi meraq dipirse ji min, ka ez ji ku me.   Li vî bajarî, li Diyarbekir bi tecrûbeyên tesîrên tam li min kirine ez rind zanim, ku ez dibêjim ez ji Riha me, Urfali me, ew kesên mal û memleketê min dipirsin, bi rûyeki tirş, tehl dibin hinekî. Feqet ku ez ji wan kesan ra dibêjim ez ji Sirûcê me, sohbeteka diqulibe ser nasî û dostanîyê çêdibe.  Nîyeta min ya sohbetê pir tune, bes piştî ez dibêjim ez ji Sirûcê me û Kurmancbûna xwe eşkere dikim bêyî ku bêjim, ez jî ûsilen dipirsim, dibêjim ‘’Lê tu heyran?’’ Berber dibêje ‘’Ez Dîclelî me, ji Pîranê me’’ û meqesa xwe disekinîne, ji eynikê li min dinêre û bi kinî, serpilkî behsa Zazabûna xwe û Pîranê dike.  Seba ez raber bikim ez jî çend gotinan bi Zazakî zanim, Sirûcîbûna xwe bi zimanê wî bi du şeklan dibêjim, ‘’Ez Sirûc ra ya...