''Xelkên Kobanîyê Çar Ziman Zanibûn''
Şair û nivîskarê sedsala 20an Osman Sebrî di xatirayên xwe da ser Kobanîya serê sedsala 21ê li dinê alemê hat nas kirin dibêje Kanîya Ereban.
Osman Sebrî yê ku demeka dirêj li Kobanîyê bi begên Berazîyan ra maye bi Kanîya Ereban navê wir î wê dewrê li ser zimanan nivîsîye.Li gor tarîxçîyên Kobanîyê koçerên Ereb havînan pezê xwe ji çola hêla Reqayê seba çêrandinê ber bi bakur va dibirine, diçûne ser vê kanîya bajarê îro û loma jî nav bûye Kanîya Ereban.
Çekdarên DAIŞê sala 2014an gava ketin Kobanîyê gotin navê vir êdî Kanîya Îslamê ye, bi Tirkî İslampınar, bi Erebî Eynel Îslam.
Ew çekdarên DAIŞê bi tevkarîya şervanên YPG, YPJ û koalîsyona bi rêberîya Amerîka sala 2015an ji bajêr hatin derxistin û navê Kobanîyê deng da.
Wer ewqas deng da ku navê Kobanîyê, êdî şûna Sûrîyê jibo kesên navê wî welatî berê ti carî nebihîstibûn li gor cîhê Kobanîyê dihat tarîfkirin.
Şahîn Bekir Soreklî di nivîseka xwe ya sala 2011an da avabûna Kobanîya îro dibe ser çêbûna xeta trênê ya Berlîn û Bexdadê.
Va xeta serê sedsala 20an projeyeka dewleta Osmanî bû û bi destê mihendisên Alman dihat çêkirin ku Kobanîya îro li hêlekê dihişt Sirûc li hêlekê.
Di hinek kilamên Deyşta Sirûcê da ser xweşikbûnê gotineka nola çelenga Aleman heye, dibe ku ew tarîf ji wan royan mabe, ji wan royên xeta trênê bi destê mihendisên Alman dihat çêkirin.
Merkeza li hêla Kanîya Ereban berê bi destê mihendisên Alman û dûra jî bi hikmê misteşarên Fransiz ên li dû Cenga Cîhanê ya 1ê li Sûrîyê mane diqulibe ser cîhê nû ku nav hêdî hêdi dibe Kobanî.
Kurmancên li Deyşta Sirûcê bo company ya xeta trênê, bo wê peyva xerîb û xerbî û di mehneya şîrketê da nizanibûne bigotana kampanî û ji wê bere bere Kobanî çêbûye.
Ji hêla zimanan da Kobanîyê li gor Sirûcê heyateka hinekî din rengîn dîye di sedsala 20an da.
Muzîsyen Miço Kendeş di xatirayên xwe da behsa zarokî û Kobanîya xwe salên 1970î dike û dibêje piranîya xelkên bajêr çar ziman zanibûn: Kurdî, Ermenî, Erebî û Tirkî.
Li eynî cadeyê dibêje Miço Kendeş muzîkên bi dengê Baqî Xido, Ferîd El-Etreş, Abdullah Papur û Aram Tîgran dibihîstin.
Çi kanîyeka rengîn, çi kanîyeka bi meqamên muzîkê zengîn.
Omer Faruk Baran
Bîranînên Min - Osman Sebrî, Weşanxaneya Lîs - 2016
Kovara Dilname - Komhejmar, Amadekar: Imer Kalo, Weşanên Sîtav - 2020