Tûrîzm Tehmên Otokton Dikuje
Va xeleka bi destekên bloga Hindik-Rindik hatiye hazirkirin. Bloga Hindik-Rindik ji 2007a vir va bi îstiqrar û bi zimanekî zinar ji hêla Stockholm û Swêdê radigihîne. Jibo bi hezaran nivîsên ser heyatê li bloga Hindik-Rindik binêrin. Tarîxa însanan raber dike ku di motîvasyona ser bidestxistina war û welatên nû da, xêncî axê, dîtina milet û erf û edetên din jî hebûne. Însanan dixwestine cîh û cil û kincên nû bibînin û van meraqan rê li ber çêbûn û pêşketina tûrîzmê vekirine. Li gor lîteratûra tûrîzmê welatîyên Împaratorîya Roma ew kesên pêşî bûne ku bi kêf û zewqa xwe seyahat kirine. Dîsa li gor wê lîteratûrê, Xiristîyanên diçûne Qudsê, Misilmanên diçûne hêla Meke û Medîneyê komên pêşî yên ger û seyahatê çêkirine. Bes tûr û tûrîzma me ya modern a îro ro sedsala 19an li hêla Brîtanya destpê kiriye. Bi erzanbûna mesrefên rê ra Îngilizan bi şîrketên tûran, kom bi kom, qefîle bi qefîle berê xwe dane Misir, Çîn û Hindistanê. Sedsala 20an xaseten bi zêdebûn...