Tûrîzm Tehmên Otokton Dikuje
Tarîxa însanan raber dike ku di motîvasyona ser bidestxistina war û welatên nû da, xêncî axê, dîtina milet û erf û edetên din jî hebûne.
Li gor lîteratûra tûrîzmê welatîyên Împaratorîya Roma ew kesên pêşî bûne ku bi kêf û zewqa xwe seyahat kirine.
Dîsa li gor wê lîteratûrê, Xiristîyanên diçûne Qudsê, Misilmanên diçûne hêla Meke û Medîneyê komên pêşî yên ger û seyahatê çêkirine.
Bes tûr û tûrîzma me ya modern a îro ro sedsala 19an li hêla Brîtanya destpê kiriye.
Bi erzanbûna mesrefên rê ra Îngilizan bi şîrketên tûran, kom bi kom, qefîle bi qefîle berê xwe dane Misir, Çîn û Hindistanê.
Sedsala 20an xaseten bi zêdebûna jin û mêrên zewicî û şixul di dest da û bêzarok fikrên ser gerê hîn geş bûne.
Sosyal medyayê, bi Facebook û Instagram û ewên din serê sedsala 21ê kir ku eşq û şewqa ser gerê zêde zêde bibe û ger êdî ji tehmê û ji kontrolê derkeve.
Li welatên Ewrupa yên nola Îtalya, Îspanya û Yunanistanê mîta dibêje tûrîst pereyan tînîn welêt şikestiye êdî û wetandaşên wan welatan da turîst nerin bajarên wan dest bi protestoyan kirine.
Wetandaşên Ewrupî êdî dibêjin tûrîst ji pereyan pirtir gemar û geremol û guregurê tînin û dibêjin heyat jiber wan bêmehne biha dibe.
Eger ez bo gerê herim bajarekî Ewrupa û şans û siûda min, ez li protestoyeka li nigê tûrîstan dixe rast werim ezê hema heqekî bidim bajarîyên wir û bilêta xwe bibirim vegerim mala xwe.
Çinku ez xwe jî di van salên dawî da li Riha, Diyarbekir û Mêrdînê, li van sê bajarên şîrketên tûran dikin paketekê, dibînim ku jiber tûrîstên tûran heyat li wan kesên li van bajaran rûdinin giran dibe hêdî hêdî.
Gundekî Mêrdînê mesela dibîne komek tûrîst bê îzin bê erêna xirt û dikeve gund û fotograf û vîdyoyên hindurê malên milet dikişîne.
Mişteriyekî her ro du ro diçe cîgercîyê xwe yê li Sûr a Diyarbekir dibîne êdî ocax tenê jibo komên tûrîstan dişixule û ji karên şagirtan yek jî kişandina fotograf û vîdyoyên wan e.
Sofîyekî bi selawatan ji meqameka dînî ya Riha derdikeve, dibîne li hewşê çend tûrîstên şeqrût bi cilên ne li gor cîhên dînî foto û vîdyoyan dikişînin.
Bo bajaran meşhûrbûna bi tiştekî meseleka tûrîstîk e li gor dîyalektîkê. Lazim e yek ji derve were bajarekî û bêje min li wî bajarî filan tişt xwar, bêvan tişt vexwar, filanbêvan tişt dî, pir xweş bû ku ew bajar bi wî tiştî meşhûr bibe.
Lê di vê sedsala 21ê da tûrîzma zêde zêde ya êdî ji hikmê bajaran derdikeve, tîne bi wê meşhûrbûnê berê bajaran dide otantîzmeka sexte û tehmên otokton dikuje.
Şor wer tê, bajarekî bi şerbeta xwe ya şêrîn meşhûr, da bo tûrîstan zûtir servîsê bike û bi wan bêtir qezenc bike şêkir ro bi ro ji şerbetê kêm dike û tew wer tê radeyekê ku bajar êdî ne bi şêkir lê bi xwê şerbetê çêdike û şerbeta şor difiroşe bi bazara şerbeta şêrîn, biha hem, hem pir biha.
Şênîyên bajêr şerbeta şor a ku li şûna şerbata şêrîn tê firotan zû ferq dikin û şikayetên xwe jî dibêjin, lê esnaf xeman naxwin, tûrîst tên şerbetên wan dikirin û esnaf li şûna ku xeman bixwin pereyên wan tûrîstan dixwin.
Sal salên 2020î, li welatên xerbî protestoyên ser tûrîstîfîkasyonê dewam dikin, êdî wext hatiye ku welatên şerqî jî seba vê meselê jinûve bifikirin.
Da bajar li tehmên xwe yên otokton vegerin, da tûrîst ji plan û programên ji pêşda hazirkirî derkevin, bibin rêwî û li rê û rizqên xwe binêrin rasterast, da hebe mehneya gerê bêmehne.
Omer Faruk Baran

