Mektûba Guhdar Ş. û Hindurê Malan
Merheba,
Ez weke guhdar û xwendevanekê te yê dilsoz qasê te vegotîye hay ji jîyana te heme. Îro nêta min ne dilêşandin û tevrakirina derdê te ye. Tenê pirtûka ku min xwend, ka çawa derseke heyatê daye min dixwazim bibêjim.
Heftîya çû, min Cîhê Bavê Min ya nivîskara Frensî Annie Ernaux, ku Nobela 2022yan girtîye, xwend. Gava li Konukeviyê benda hevalê xwe bûm min çû ji wê sahafa li erasa wê meydanê ku tenê di nêv de çend pirtûkên ji bo xwendinê hene Cîhê Bavê Min rakir û dest bi xwendina vê kitaba zirav kir.
Her çiqas kitêb wek roman jî derbas bibe tehma rojnivîsk û bîranînê jî tê de heye. Nivîskar li gorî nêrîna xwe qala cihê bavê xwe yê di jîyanê de kirîye. Bi awayekî zelal û sade bi mirina wî destpê kirîye, çûye berî bûyîna wî û bi awayekî kronolojîk dîsa hatîye ser mirina wî.
Dema min destpê kir bavê min hate bîra min û carekî de bi awayekî romantîk li bavê xwe fikirîm. Rind bû baş bû bavê min, car carna xwe nehetikanda baştir bû lê qey ewqas dibe.
Piştî xwendina çend rûpelên Cîhê Bavê Min hevalê min hat, em piçek rûniştin. Bîskeke din telefona min lêket û birayê min got ‘’Me bi baba ra pevçinîye’’ Bi hev ra qise nedikirin lê dema bavê min hatibû mal çûbû li nimra solên xwe mêze kiribû û gotibû “Ha ew qondirê te ji baba ra girtîye biçûk e, here mezinê wî bigire” Carek din hêrs bûm ji bavê xwe û rabûm, min çû solên ku jê re girtibûn guherand.
Êvarê dêya telefon kir û wê jî derdê bavê min rêz kir û vegerîya got “Lawê min ez naxwazim tu jî hêrs bî û xwe biqehirînî, de dilê min dikele de ez li ku vekim. Qusûrê dêya xwe mêze neke!”.
Roja din min dîsa pirtûk xwend. Nvîskara me qala şerê dêya xwe û bavê xwe dikir, qala şerê xwe û bav û dêya xwe dikir.
Tefekûrê xwe bûm, ponijîm gelekî. Xwe bi xwe min got li ku dera dinyayê dibe bila bibe em hemû di rewşên wek hev de ne. Yanê li Fransayê salê 1960 û 1970yî vê nivîskara han çi pirsgirêk dîtibe li gundekî Amedê salên 2020î belengazekî jî kêm zede heman tişt dîtîye.
Wan jî ji bo sebebên wekhev pevçinîye û vaye em jî wiha ne. Êdî ez bavê xwe wiha qebûl dikim. Hin tişt naguherin û ez ne Don Kîşot im mixabin.
Şemî û Bazarê çûm gund bo alîkarîya kar. Ez û dê û birayê xwe li nava erd bûn. Ji bo gilîyê bavê min devê wan vebû û nehat girtin. Ez tenê kenîyam û min gilîyê wan li henekan xist. Hasilî ez vegerîyam û min got “Pir ber nekevin, qey çerx ev e! Ha wa ye bavê herkesî wiha ye, ma em çi bikin!”
Guhdar Ş.
Guhdar Ş.,
Berî her tiştî spas bo dostanî û dilsozîya te ya ji dûr va. Tu bêjî jî nebêjî jî ez zanim qesta te ne tevrakirina derdên min e heyran, ez zanim. Mala te ava.
Mektûba te felsefeya Albert Camus anî bîra min. Camus di kitabên xwe da dibêje heyata bêmehne li her derê eynî ye û însan çar kêm çar zêde dikevin eynî teşxele û telaşan, herkes çar kêm çar zêde jiber eynî tiştan digirî û dikene.
Bi min jî însan li Diyarbekir jî li Parîsê jî li binxetê li serxetê jî tim bi eynî endîşeyên heyatê di gijegijê da ne. Heta mirinê tim cehd û cefa ye bo heyateka hîn rind û west û rawestana li ser vê rêkê dikin ku însan bişibin hevdu heta radeyekê.
Ha çi ye, hinek bi xwendinê, hinek bi dîtinê, hinek bi kirîn û firotinê, hinek bi reqs û govend û sema, hinek bi hemd û şikur û sena, her hinek bi şeklekî li heyatê dinêrin ku bi wan perspektîf çêdibin, şor û şîretên ji hev cihê derdikevin.
Bi ser da ew meseleyên tu behsê dikî li her malê hene û di vê dewra me da jî li hêla me zêde bûne. Edetên vî zemanî ji hêla xerbî tên, tiştên Ewrupîyan di sedsala 19 û 20an da dîtin, em jî di vê sedsala 21ê da dibînin.
Namîne çend salan li hêla me jî êdî ti muhebeta bi bav û bira ra, bi dê û xwişk ra namîne ez dibêjim, belkî tew aîle jî nemîne.
Mela Mehmûdê Bazîdî, sosyologê dewra xwe, sedsala 19an, gotiye di nêv Kurdan da jinberdan qewî zêde kirêt û eyb e, kêm caran tê dîtin.
Nav jinberdan dibe mêrberdan dibe, ka îro kî kane gotineka bi vî rengî bike di vê sedsala 21ê de li cem me?
Dinya li şûna xwe ye, însan diguhere lê tim bi eynî şer tim bi eynî şingeşingê, heta ku roya mirinê tê.
Omer Faruk Baran