Kayıtlar

Vincent van Gogh etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Sazê Xidirê Başî û Bîrnekirin

Resim
Çend hefte ne li vê dinyaya derewîn bi nexweşî û bi derzî û derman, parîyekî perîşan çerx dibim, lê min teberik û teselî, di çenteyê min da şiîrên Xidirê Başî hene.   Xidirê Başî, ew şair û sazbendê bi navê Hıdır Çelik jî tê naskirin, di şiîrên xwe da bi Zazakîyeka zehf zelal hal û hikayeta xwe gotiye. Wî dilşewitîyê ji hêla Mûşê, 2006an, 17 salan berî wefat bike sala 2023yan, di şiîrekê da helalî ji sazê xwe xwestiye û xwestiye ew wî bîr neke.  ez mireno ti manena mi xo vîra meke sazê mi ti halê mi rind zanena mi xo vîra meke sazê mi  …  vengê xo mi rê zelal ke roja Xidirî delal ke heqê xo mi rê helal ke mi xo vîra meke sazê mi Omer Faruk Baran Jibo malumatên zêdetir: Gula Xizirî - Xidirê Başî, Weşanxaneyê Vateyî - 2012 Dîwan - Xidir Baş, PİYA Yapım - 2021

Muzîka Bê Partî û Pîyasa

Resim
Muzîsyen Nizamettin Ariç di kitabeka Besime Şen da bêyî ku bi nav bike dibêje ‘’Gava partîyek stranbêjan derxe pêş bi sed hezaran kesan partî bi xwe mezin dibe, lê stranbêj biçûk dibin.’’   Ariç dibêje bi vî awayî partî xwe li stranbêjan radikişîne û dibêje ‘’Tu kî yî ku, tu nikarî bo deh kesan konserekê bidî, min tu derxistî pêş bi sed hezaran kes.’’  Delîl Dilaner jî sal 2015, dîsa di eynî kitabê da bi gazinc dibêje ‘’Ez naxwazim derkevim pêş du sed hezar kesî, dixwazim li saloneka xweş bo sê sed kesî konserê bidim, bira rê li ber min negirin, ez destekê jî naxwazim.’’  Sal 2022, Delîl Dîlanar li Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Stenbolê li salonên otel, magaza û kongreyan bi serê xwe konseran dide.  Omer Faruk Baran Jibo malumatên zêdetir:  Devlet, Piyasa, Parti: Nizamettin Ariç ve Kürt Müziği, Besime Şen, Avesta Yayınları - 2016