Sazê Xidirê Başî û Bîrnekirin
Çend hefte ne li vê dinyaya derewîn bi nexweşî û bi derzî û derman, parîyekî perîşan çerx dibim, lê min teberik û teselî, di çenteyê min da şiîrên Xidirê Başî hene.
Xidirê Başî, ew şair û sazbendê bi navê Hıdır Çelik jî tê naskirin, di şiîrên xwe da bi Zazakîyeka zehf zelal hal û hikayeta xwe gotiye.
Wî dilşewitîyê ji hêla Mûşê, 2006an, 17 salan berî wefat bike sala 2023yan, di şiîrekê da helalî ji sazê xwe xwestiye û xwestiye ew wî bîr neke.
ez mireno ti manena
mi xo vîra meke sazê mi
ti halê mi rind zanena
mi xo vîra meke sazê mi
…
vengê xo mi rê zelal ke
roja Xidirî delal ke
heqê xo mi rê helal ke
mi xo vîra meke sazê mi
Omer Faruk Baran
Jibo malumatên zêdetir:
Gula Xizirî - Xidirê Başî, Weşanxaneyê Vateyî - 2012