Hec Hemo û Sofî Berkel
Kalkê dîya min Hec Hemo talîya sedsala 19an ra çûye hêla Meke-Medîneyê û jiber ku ew wan çaxan ji wan hecîyên pêşî yên Sirûcê bûye hecîbûna wî li deyştê deng daye.
Hec Hemo li dû edakirina ferza Misilmanên zengîn dema vegerîyaye Sirûcê berî here destê dîya xwe ya hîn sax û hîn Êzîdî ji wê xwestiye ku ew dînê xwe biterikîne û derbazî Îslamê bibe, da ew jî bi dilekî rihet destê dîya xwe ramûse.Dîya Hec Hemo, Fatimayê, teklîfa kurê xwe qebûl nekiriye û Êzîdî maye, Hec Hemo jî bi gotina wî da leke li hecîbûna wî nekeve destê dîya xwe ya hîn jî Êzîdî ranemûsaye.
Kalkê bavê min Sofî Berkel serê sedsala 20an ji Sirûcê bi Şêx Seîd ra rabûye. Şikestiye Şex Seîd, ew û hevalên wî hatine îdamkirin; heyranê wî şêxî û wan hevalan Sofî Berkel jî hatiye sirgûnkirin. Çend salan li Aksarayê bi gotina însanên berê nefî maye Sofî Berkel û dûra bi afa cumhuriyeta teze ya Tirkîyê ra li Sirûca xwe vegerîyaye.
Yek ji hêla Hec Hemo yek ji hêla Sofî Berkel, dîya min û bavê min, xwestine zaroyên xwe li ser xeteka Îslamî mezin bikin. Xwişk û birayên min ên ji min mezintir, li camîyan, li mekteban, li kursan bi wê xetê xwendine û hêdî hêdî Îslameka sîyasî ketiye mala me.
Di zarokîya min da, ku li talîya sedsala 20an û serê sedsala 21ê rast hat, Îslama sîyasî hêdî hêdî ji mala me derket û li şûnê Kurdbûneka sîyasî hat ketê.
Min ne ji Îslama sîyasî hez kir ne jî ji Kurdbûna sîyasî, her duyan jî zirar didan kozên xwe, zemînên xwe.
Îslama sîyasî mesela, min bi televîzyon û telefonê didît ku ne îşê durist û dewrêşan e, derew û dolab dixwestin wê; Kurdbûna sîyasî, min didît em ro bi ro ji zimanê me, ji erf û edetên me, em ji me dûr dixistin.
Îro ez nikanim xwe nêzîkî Îslamê hîs bikim, ku bi min ew êdî ji şiûrê bêtir şekl e, îro ez nikanim xwe nêzîkî Kurdbûnê hîs bikim, ku bi min ew jî êdî bi destê miletê xwe ji fikr û ferasetê derketiye, bûye folklor e.
Tu bêjî kordînat û kozmolojî li cîhekî rind nasekinim, tu bêjî bîyolojî xewa min ne ti xew e û min meded ji magnezyum e, tu bêjî psîkolojî ka ma kî bi çavên sax û silamet li dora xwe dinêre.
Ez, ez însanekî vê sedsala 21ê, bûme bar li hebûna xwe, xweziya min li tunebûnekê.
Omer Faruk Baran