Kayıtlar

Mehmet Dicle etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mektûba Yusuf Mîr û Cewabeka Gundî û Bajarî

Resim
Gelek kesên ku li gundan dijîn xeyal dikin ku li bajêr bijîn û ji bo vê yekê pir dixebitin. Însanên bajêr jî her tim xwezayê xeyal dikin, dixwazin li gund malên wan û bax û baxçeyên wan hebin. Heta hinek bajarî kon û karavanan dikirin, an jî malên li baxan dikirin û li wan bi cîh dibin. Bi rastî xeyaleke min e wiha jî hebû ku ez li gund malekê di nav erdê xwe da çêbikim û dawîya heftê herimê û werim. Min dixwest zarokên min di nav herîyê de bilîzîn. Lê gotina du hevalên min li ser min tesîr kir, wan fikrên min guherandin. Yekî got ''Madem me ewqas ji gund hez dikir û emê li gund bijîyan, çima me ewqas zehmetî kişand û me bi salan emek da seba em herin bajaran? Me dikaribû em li gundê xwe bimana, bê west emê li ser karê gund bixebitiyan û di nav xwezayê de bijîyan...'' Hevalekî din jî got ''Binêre, ez di nav hefteyê de di karê bajêr de dişixulim, dawîya hefteyê jî li gund dişixulim, rojên min ên boş tune ne, ez tim dişixulim. Her tim kar û xebat heye..'' ...