Mektûba Yusuf Mîr û Cewabeka Gundî û Bajarî
Gelek kesên ku li gundan dijîn xeyal dikin ku li bajêr bijîn û ji bo vê yekê pir dixebitin. Însanên bajêr jî her tim xwezayê xeyal dikin, dixwazin li gund malên wan û bax û baxçeyên wan hebin. Heta hinek bajarî kon û karavanan dikirin, an jî malên li baxan dikirin û li wan bi cîh dibin.
Bi rastî xeyaleke min e wiha jî hebû ku ez li gund malekê di nav erdê xwe da çêbikim û dawîya heftê herimê û werim. Min dixwest zarokên min di nav herîyê de bilîzîn. Lê gotina du hevalên min li ser min tesîr kir, wan fikrên min guherandin.
Yekî got ''Madem me ewqas ji gund hez dikir û emê li gund bijîyan, çima me ewqas zehmetî kişand û me bi salan emek da seba em herin bajaran? Me dikaribû em li gundê xwe bimana, bê west emê li ser karê gund bixebitiyan û di nav xwezayê de bijîyan...''
Hevalekî din jî got ''Binêre, ez di nav hefteyê de di karê bajêr de dişixulim, dawîya hefteyê jî li gund dişixulim, rojên min ên boş tune ne, ez tim dişixulim. Her tim kar û xebat heye..''
Piştî van gotinan, ez li ser fikirîm û min got ''Gotina hevalan rast e, ezê serê xwe yê neêşîyayî biêşînim. Jixwe karê min ê bajêr têra xwe heye û qey ez rabim bi ser da jî karên nû ji xwe ra çêbikim li gund?''
Herkes li gorî nêrîna xwe li ser romantîzma xwe hin tiştan diaxife û li ser xeyalên xwe difikire, lê divê em li ser rastiyê bifikirin. Rastî û romantîzm, ferqeke mezin heye.
Yusuf Mîr
Mîr Yusuf,
Mesela ser gund û bajaran bi salan e serê min diêşîne, a rast ez rûdinim û serê xwe ser diêşînim.
Edebîyatên din rind nizanim, lê jiber ku min çîrok û romanên Rûsan û Tirkan çê xerab xwendine, ez dibînim vê meselê sedsala 19an serê nivîskarên Rûsan û sedsala 20an jî serê nivîskarên Tirkan êşandiye.
Sedsala 19an endustrîya motor û makîneyan dinê bi lez û bez da ber xwe û berê yên welatên xerbî, dûra yên welatên şerqî gundîyên bê kar û neçar jî mecbûr man, hêdî hêdî berê xwe dan bajaran bo parîyek nan.
Bajarîyên ji bav û kalan da bajarî li bendê bûn ku gundî di demeka kin da xwe li bajêr adapte bikin, bes gundîyan li şûna întibaq û adaptasyonê erf û edetên xwe yên gundî li bajêr bi cîh kirin û vê jî kaoseka mezin çêkir.
Ez nikanim xwe bajarî bihesibînim, lê roya me ji bajêr di satilên sipî û plastîk da mast û hinek hêk kirîn û em çûne gund, ez pê hisiyam em êdî ne gundî ne jî.
Dîya min a şukir hîn sax û li ser xwe dibêje ‘‘Me ji Sirûcê tenê sê tişt dikirîn, kirbît, sabûn û xwê.’’
Pêşîyên me bo xwarin û vexwarinên xwe însanên çandin û çinînê bûne, lê em êdî tenê yên kirînê ne. Loma nola te gotî gund di romantîzmê da xweş e, lê va romantîzma û rastî û realîteya me ya îro ro bi hev nakin.
Belkî ji dersên edebîyata Tirkî were bîra te, Yaban heye, romana Yakup Kadri; ser meseleya gundî û xwendîyên serê sedsala 20an romaneka êpêce enteresan e.
Di romanê da Ahmet Cemalê Stenbolî û sinif-statu bilind, piştî di Cenga Cîhanê ya 1ê da birîndar dibe tê Anadoluyê li gund bi cîh dibe.
Ahmet Cemal di serê romanê da dibêje qey gundî, pakî û rindîyê temsîl dikin, û ji wî wetrê ew miletê ku ew ji ber birîndar bûye wê qîmetê bide wî û wê bi hez û hurmet li wî binêre.
Lê Ahmet Cemal li gund ji fitne û fesadîyê pê va tiştekî nabîne û di dawîya romanê da gund diterikîne.
Yakup Kadri bi zar û zimanê Ahmet Cemal mealen dibêje, gundî nola avên sekinî ne, tu nizanî di bin da çi heye.
Ji edebîyata Kurmancî, Mehmet Dicle salên 2010î di konferansekê da ser minaqeşeyên edebîyata gund û bajaran gotineka pir xweş kiribû.
Mehmet Dicle gotibû ‘‘Ne gund ne bajar, bi min cîhên edebîyata Kurmancî qeza ne.’’ Li gor gotina Mehmet Dicle, li qezayan karakterên edebîyatê bi Kurmancîya xwe didan û distandin, serbest digerîyan û atmosferaka di orta bajar û gundan de hebû.
Bi min pir mantiqli hatibû gotina Mehmet Dicle. Çinku li Hezroyê mezin bûbû ew, û çinku ez jî li Sirûcê mezin bûbûm.
Axirê axir, sonxîya sonxi, ez ji bajaran hez nakim, lê ez niha bi qelb û qafê xwe yê saf rabim herim gund seba tek salekê, ez texmîn nakim ku ezê kanibim heta talîya salê tehemûl bikim.
Herhal emê vê meselê heta mirinê di serê xwe da bi xwe re bigerînin. De piştî mirinê jî ku gund e ku bajar e ez nizanim heyran, ti kesî hîn mektûb neşandiye ji wir.
Hinekî gundî hinekî bajarî bi xatirê te.
Omer Faruk Baran