Mektûba Guhdar J. û Barê Rê

Ez vê nameyê di tarîya şevê de dinivîsim. Her tişt di ber çavên min re derbas dibin li ber cama otobusê. 

Hêvî dikim ku bi vê nameyê barê mirina ku min çend roj berê bihîst sivik bikim. Kedera dilê xwe birîjinim vê nameyê wê barê li ser min sivik bibe. Name û nivîs çend dilop av in jibo agirê di hindurê min de. 

Qelem û kaxez dostên min bûn demekê, wê demê min dixwest hevokeke wisa bibînim ku pê mirinê pêşwazî bikim. Gelek dem derbas bû di ser wê demê re, lê min qet nekarî wê hevokê bibînim. 

Min vê dawîyê dît ku ti hevok an gotin nikare li hember mirinê bisekine. Mirov li hember mirin û evînê bi tenê ne, mirov herî zêde dema ku ew hez dikin û dimirin bi tenê ne.

Guhdar J.

PIRR TÊNE XWENDIN

Stranên Zozanê, Feqîyê Teyran û Melayê Muzîkê

Axçîkên Serdar Canan û Şengên Şekir Axa

Entabî û Efrînî û Êzîdî