Kayıtlar

Guhdar HD. etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar HD. û Sînorên Goran

Resim
Sala 2014an, wê sala Berxwedana Kobanê apê min hat girtin û muebet dan wî. Di vê muebetê de apê min ji hepsan sirgûnî hepsan kirin bi cezayê hetahetayê û ew bi nexweşîya ALSê ket. Ew exweşîya di hepsê de lê bibû bar girantir dibû saet bi saet û ew bi xweşikayî nedibirin nexweşxaneyê. Girtîyê nexweş bû apê min. Sazîyên mafên mirovan, parêzer û parlamanteran li ber xwe dan ku ew were berdan, lê nebû. Sala 2024an di hepsê de sekinî dilê apê min û ew li Qoserê bi oxirkirina hezaran kesan hat definkirin. Kurê wî yê şervan li alîyê din ê sînor, li Dirbêsîyê hatibû definkirin sala 2017an. Bêrîya apê xwe dikim berêveraka Nîsanê, bêrîya kurapê xwe û yek li Dirbêsîyê yek li Qoserê li du goran dinêrim, li du gorên cîran, lê ji hevdu dûr bi sînoran. Ji hesretan hêsirên min dibarin û ‘‘dilê min sed carî li sînor wer dibe’’, berêvareka li sînorê Nîsanê, berêvareke li sînorê Gulanê. Guhdar HD.