Mektûba Guhdar HD. û Sînorên Goran

Sala 2014an, wê sala Berxwedana Kobanê apê min hat girtin û muebet dan wî.

Di vê muebetê de apê min ji hepsan sirgûnî hepsan kirin bi cezayê hetahetayê û ew bi nexweşîya ALSê ket.


Ew exweşîya di hepsê de lê bibû bar girantir dibû saet bi saet û ew bi xweşikayî nedibirin nexweşxaneyê.


Girtîyê nexweş bû apê min. Sazîyên mafên mirovan, parêzer û parlamanteran li ber xwe dan ku ew were berdan, lê nebû.


Sala 2024an di hepsê de sekinî dilê apê min û ew li Qoserê bi oxirkirina hezaran kesan hat definkirin.


Kurê wî yê şervan li alîyê din ê sînor, li Dirbêsîyê hatibû definkirin sala 2017an.

Bêrîya apê xwe dikim berêveraka Nîsanê, bêrîya kurapê xwe û yek li Dirbêsîyê yek li Qoserê li du goran dinêrim, li du gorên cîran, lê ji hevdu dûr bi sînoran.


Ji hesretan hêsirên min dibarin û ‘‘dilê min sed carî li sînor wer dibe’’, berêvareka li sînorê Nîsanê, berêvareke li sînorê Gulanê.


Guhdar HD.

PIRR TÊNE XWENDIN

Sond Seba Çi Tê Xwarin?

Koma Amedê Newroza Biharê Anî Payîzê

Mektûba Guhdar Sînn û Sibeheka Dudilî