Kayıtlar

Horatius etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mektûba Rûken Parîl û Can û Jan

Resim
Min di cihekî de xwendibû, digot: ''Can bi janê çêdibe..'' Wisa ye yan na nizanim, lê gelekî baş dizanim ku di jîyanê de hîsa herî giran jan e; me mezin dike. Herkes dizane vê yekê, herkes li ser vê fikrê ye, lê herkes jana xwe nas nake. Belkî jî jiber vê em carinan wenda dibin, dibin xerîbê vê gerdûna mezin. Ew ne bes e, em dibin xerîbê bedenên xwe û fikr û ramanên xwe dûra. Belkî jî em ditirsin, em ji jîyanê, em ji jiyînê ditirsin. Çima, çi ye qesta me di vê jîyanê de? Em bo çi li vir in? Tim xem e qey? Ewqas melankolî jibo çi yan jibo kê ye? Êş û elem, û dem.. Sibehekê em radibin û dibînin tofan vekişîyaye, her tişt qedîyaye: Çivîk li ezmanê şîn difirin, perperok baskên xwe dirêj dikin, hetanî ewran vedikin. Dem bi dem hene êş û elem, lê ma ne Horatius gotiye ''carpe diem.'' Em di dema niha de bimînin, di dema niha de bijîn û xeman nexwin zehf. Can bi janê çêdibe çinku û di dawîyê de herkes dimire. Rûken Parîl Hûn jî dikarin not, nivîs, mektûb û fotog...