Kayıtlar

Şiîr etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Resim
Di karên edebî da îşê tewr bi talûke tercûmekirina şiîran e herhal.  Çinku dema tercûmeya şiîrekê ji zimanê wê ya orîjînal çêdibe jiber şiîrbûnê tercûman bixwaze nexwaze mehne dişikê û rê li ber şaşîyên mezin vedibe.  Loma ez kitabên duzimanî yên şiîran tu dibêjî qey ne jibo xwendina şiîran, lê jibo dîtîna wan şaşîyan dixwînim. Hele hele kitaba duzimanî bi Tirkî û Kurmancî be, û zimanê wê yê tercûme Kurmancî be ji min ra mesele ji şiîrê derdikeve, dibe fersendeka ferhengî ku ez pê peyvên xwe kontrol bikim.  Bi van fikran li  Hal  a Sabri Erdem dinêrim çend ro ne. Kitaba wî şairê Berferatî, ku ji salên 1990î vir va li Almanya ye, Yaqob Tilermenî yê bi çîrok û romanên xwe tê naskirin çerxe Kurmancî kiriye. Dixwînim, dixwînim û di şiîreka kitabê da disekinim, dûr û dirêj didim ber hevdu Kurmancî û Tirkîya wê. uçamadı laz uşağı  gotiye Sabri Erdem,  nefiriya laz uşaxî  gotiye Yaqob Tilermenî, ez bûma minê jî bigota  laz uşaxî  dibêm, min jî ...

Agustos 31- III

Resim
Agustos 31 - III   sewt ji saetê qut bû  qeder hat ser qiyamet rabû  sewt ji saetê qut bû  sêveka sor, du sêv du şev  li ber-balkonê çend çîçek  bi serê zimên derzek  herî werî ne şop ne îzek  sewt ji saetê qut bû  saet sekinî sewt qut bû Omer Faruk Baran

Çar Pênc Caran Şiîrên Evdî Hesqera

Resim
Havîna 2025an min çar pênc caran  Çar Pênc Salan Beriya Vê  ya Evdî Hesqera xwend.  Evdî Hesqera çi bi Zazakî çi bi Kurmancî, çi çîrok çi şiîr di her esereka xwe da rind raber dike ku ew muptelayê mîzahê ye û li cîhê ku mîzah hebe îzaha zêde ne îş û karê baqilan e.  Di  Çar Pênc Salan Beriya Vê  da, dûr ji îzaha zêde Evdî Hesqera bi wê mîzaha xwe dengbêjekî  kin-bêj  e mesela, meseleyên saz û stranên derg û dirêj, tîne bi şiîran bi zimanekî req, teq dibêje.  wexta Remê Simê  ji nav malên Kanîbelekê  derket û berê xwe da dêmanên Memanka, dî li pey tê jina kirîva wî go ‘lêy vegere!’ ‘na! têm bi te re  bes e êdî!’  kirîv bar kir çû ji jinê pirsîn ka  ‘dilê te ket çî Remê?’  go ‘baqê simêlê..’ Ne bi tenê simêl û şer û şûrên eşîran, bi muzîkên modern ra jî mîzahşor e Evdî Hesqera. A wî tinazek e, di ser straneka Ciwan Haco ra dibêje,  porsorê piercing zerê kesera li ser keserê , a wî hawarek e dibêje ka  cap...

Li Sefereka Havînê Şiîreka Qedrî Sipranî

Resim
Şeveka serê Agustosa 2025an e, kelekela Temûz Tebaxa havînê yîn hîn, hîn dinê honik nebûye. De, da ez germê bîr bikim parîyekî, ji kitaba nav ‘‘Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha’’ li şiîrên Qedrî Sipranî dinêrim. Dixwînim çend şiîran, bes çito ku li cîhên qelebalix xulqê min zû teng dibe û ez hema dixwazim ji wir dûr bikevim, di kitabên şiîran da jî gava şiîr zêde bin, zêde zêde bin ji kitabê sar dibim û hema dixwazim jê dûr bikevim. Navê kitabê ‘‘Ji Sefera Şi’rekê Têm Niha’’ ye ya Qedrî Sipranî, kitab bi navê xwe nîşan û îşareta tek şiîreka dirêj dide, lê tu dibêjî qey seferberîya şiîran e, nizam çend û çend şiîr ketine wê. Belkî tesîra germa pir e, ku çar şiîr bin jî di kitabê da, ez wan nola ku çil û çar şiîr bin, dibînim. Di vê tengezarîyê de şiîreka Qedrî Sipranî bala min dikişîne, şiîreka ku xwe du sê caran li ser hev dide xwendin. roja ‘îdê li qada Şêx Seîdê Palo û pola nola heyfa hezar salan bigrî ji dijmin û pîsdola serpêşîyê bikişîne erdê bihejîne bi meqabsola Navê şiîrê piştî xwend...

Zimanê TRT Kurdî, Stêrk û Rûdawê - Planeka Makro

Resim
Çendek e li Riha me û bi dîya xwe ya bê telefon lê bi televîzyon ra xeber, dengûbehs û nûçeyên TRT Kurdî, Stêrk û Rûdawê sêr dikim. TRT Kurdî, Stêrk û Rûdaw.. Sê kanalên sekn û sîyaseten dûrî hevûdin û heta bêje heta radeyekê ji hevûdin nefret dikin. Ew nefret, nefreteka wer zêde ye ku sal 2025, li hinek malan vekirina kanaleka din ji van kanalan îşaretaka îxanetê tê hesibandin. Mal hene mesela, TRT Kurdîyê sêr dikin û Stêrk di lîsteya kanalên wan da tuneye, yan mal hene şor wer tê Stêrkê sêr dikin, lê Rûdaw qetîyen nakeve lîsteya wan. A min, ji hedîse û hewadîsan, ji perspektîf û propagandayan pirtir meraqa min li ser zimên e; loma kanim TRT Kurdî, loma kanim Stêrk û loma kanim Rûdawê bê kompleks bê erêna sêr bikim û ekranên wan ji dîya xwe ya bi tek ziman ra, tenê Kurmancî zane, dîrekt tercûme bikim. Dibînim ku a Rûdawê rengên Soranîyê li Kurmancîya wê ketine, a Stêrkê sewtên sekuler û îdeolojîk hene di Kurmancîya wê da û TRT Kurdî ji bo kes nebêje ‘’Va çito Kurmancî ye!’’ car caran ...