Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Di karên edebî da îşê tewr bi talûke tercûmekirina şiîran e herhal. 

Çinku dema tercûmeya şiîrekê ji zimanê wê ya orîjînal çêdibe jiber şiîrbûnê tercûman bixwaze nexwaze mehne dişikê û rê li ber şaşîyên mezin vedibe. 

Loma ez kitabên duzimanî yên şiîran tu dibêjî qey ne jibo xwendina şiîran, lê jibo dîtîna wan şaşîyan dixwînim.

Hele hele kitaba duzimanî bi Tirkî û Kurmancî be, û zimanê wê yê tercûme Kurmancî be ji min ra mesele ji şiîrê derdikeve, dibe fersendeka ferhengî ku ez pê peyvên xwe kontrol bikim. 


Bi van fikran li Hal a Sabri Erdem dinêrim çend ro ne. Kitaba wî şairê Berferatî, ku ji salên 1990î vir va li Almanya ye, Yaqob Tilermenî yê bi çîrok û romanên xwe tê naskirin çerxe Kurmancî kiriye.

Dixwînim, dixwînim û di şiîreka kitabê da disekinim, dûr û dirêj didim ber hevdu Kurmancî û Tirkîya wê.

uçamadı laz uşağı gotiye Sabri Erdem, nefiriya laz uşaxî gotiye Yaqob Tilermenî, ez bûma minê jî bigota laz uşaxî dibêm, min jî nedigot zarokê Lazan, di Tirkîya hêla Rumelî û Qeredenizê da mehneya uşakê zarok e.

iman dolu göğüs sözde kaldı gotiye Sabri Erdem, sînga tijî îman di gotinê da ma, gotiye Yaqob Tilermenî, ''Erêê'', dibêjim, ''minê jî çê xerab wanî bigota.''

Moskova’nın jilet gibi ayazında gotiye Sabri Erdem, di seqema weke gûzan a Moskovayê de gotiye Yaqob Tilermenî, ‘’himmm, tiştekî nû elimim, vê gotinê nû dibînim’’ dibêjim, bo sar û sermaya zêde, weke gûzan, bo çi gotine weke gûzan eceb. 

haçlı kılıcı gibi doların kanatları gotiye Sabri Erdem, weke şûrê Xaçparêzan e baskên dolaran gotiye Yaqob Tilermenî, minê jî wer bigota, belkî min negota Xaçparêz, lê bigota Xaçperest û hew. 

Navê Köroğlu hildaye û gotiye delik demir çıktı mertlik bozuldu Sabri Erdem, hesin qul derket, merdî xera bû gotiye Yaqob Tilermenî. 

Difikirim, careka din dixwînim, careka din, careka din, careka din dixwînim. 

delik demir çıktı mertlik bozuldu, hesin qul derket merdî xera bû 

Tiştekî ters heye, hîs dikim bes nizanim çi ye di serî da, lê dûra dibînim. 

Merdî, mêrxasî seba çi nemaye? Jiber ku hesin qul derketiye loma? Na! Ne jiber ku hesin qul derketiye, jiber ku hesin-ê qul derketiye. Qest ji delik demirê tifing e elbet, û delik demir jî hesinê qul e. 

De tu were bibîne ku tercûmeya şiîrekê tek bi herfekê çito reng û dengê xwe diguherîne, îcar kitabeka bi behrek herfên di her halî da. 

Tercûman Alberto Manguel dibêje ‘’Xwendevan î tim î bi kaprîs e’’, wî ji rindî û kubarîya xwe kêm gotiye. 

A rast, xwedevan î pîs î bi kaprîs e, hele ku şor mesele tercûmeya şiîran be, bira dengê wî kes nebihîse.

Omer Faruk Baran

Hal - Sabri Erdem, Kürtçe Çeviri: Yaqob Tilermenî, Name Yayınları - 2025 

Dokumanın Arka Yüzü - Çeviri Sanatı Üzerine Değiniler, Çeviren: Orhan Düz, Yapı Kredi Yayınları - 2025

Nişanyan Sözlük, Çağdaş Türkçenin Etimolojisi, 2025 

Perxudres Podcast bi destekên guhdarên xwe weşanê dike. Eger tu ji karên Perxudres Podcastê hez dikî di ser vê lînka Patreonê ra tu dikarî bo carekê yan jî di otomatîkê da her meh destekên xwe bişînî. Dilê te çi wext bixwaze tu dikarî destekên xwe bisekinînî, betal bikî. 

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê