Kayıtlar

Can Tercüme etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Yazîkirin, Nivîsîn, Qederandin

Resim
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Whatsapp:+90 544 762 95 77 Fîlolog Michael Chyet di ferhenga ya Kurmancî-Îngilizî da li mehneya  destiny ê tevî  bext, qeder, felek  û çend kelîmeyên din  yazî  jî nivîsiye. Dema çavê min li  yazî yê ket ez sekinîm hinekî, bişirîm çîşkekî û bi benê xatirayan ketim, daketim bîra xwe.  Rehme’l mirîyên haziran be, bavê min rehmetî salên 1960î li eskerîya xwe ya li hêla Çeneqqelê bi nivîsa xwe ya pir çeleng yazîci bûye.  Bavê min eskerîya xwe ya wan çaxan nola unîversîteyên vî zemanê me dihesiband û digot ‘’Ji we xatirayên unîversîteyê ji min xatirayên eskerîyê’’  Di wan xatirayên eskerîyê da bavê min behsa hevalên xwe yên ji hêla bajarên şerqî dikir û digot ‘’Ji min ...

Eşq û Evîn û Eşq û Evîn

Resim
  Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Whatsapp:+90 544 762 95 77 Etîmolog Sevan Nişanyan di ferhenga xwe ya navan da ser Evin ê dibêje heta salên 1980î navê Tirkên bajarî bû, lê êdî xususî navê Kurdan e.  Nişanyan ser mehneya vî navî dibêje bi Tirkî “hebê gênim” e, bi Kurdî jî “eşq û sewda” ye.  Türk Dil Kurumu (TDK), Sazîya Zimanê Tirkî jî di ferhenga xwe ya mezin da ser evin ê behsa hebê gênim dike. Îstatîstîk raber dikin ku navê Evin ê piştî salên 1990î populer bûye û îro ro ji Wan, Diyarbekir, Mêrdîn û Şirnexê bi vî navî bi hezaran kes hene.  Nola gelek kelîmeyên bi Kurmancî yên bi herfa v yê Evîn jî salên pêşî yên înternetê li ser foruman, li sohbetên sosyal medyayê bi salan şaş, bi w yê hat nivîsîn, wek Ewîn Ewîn w...

Mockingbirda Harper Lee û Çivîkên Ekrem Koçbaşı

Resim
  Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Whatsapp:+90 544 762 95 77 To Kill A Mockingbird  ya Harper Lee, ku romaneka li her hêla dinê meşhûr e, bihara 2025an bi tercûmeya Ekrem Koçbaşı bi Kurmancî derket.  Him jiber ku Ekrem Koçbaşı ji hiqûqê hevalê min î universîteyê bû û him jî jiber ku min  To Kill A Mockingbird  ne bi orîjînala wê ya bi Îngilizî ne jî bi Tirkî ya wê ya nav  Bülbülü Öldürmek , nexwendibû, min bi meraqeka mezin Kurmancîya wê ya nav  Kuştina Çivîkan  xwend.  Hinek teorîsyenên tercûmeyan dibêjin lazim e metin xwe bide hîs kirin ku ew ji zimanekî din hatiye, hinek jî dibêjin qetîyen na, gerek bi teknîkên wek transpozîsyon û tew belkî bi adaptasyonê xwendevan bi metnê nehise ku ew tercû...

Ar, Agir û Ateş

Resim
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Ê min ji zimanê dîya xwe bihîstibû  ar  bû, ez ji wê elimîm ku ar  vêdikeve , ar  vedimire.  Dema tewang dihat li wî  ar î diket di zimanê wê da  ar  dibû  êr , êr  vêxe , êr  vemirîne .  Dûra dûra min ji stranan  agir  bihîst, ji kitaban ew xwend bi mehneya êr, ew jî ku ditewîya dibû  êgir.  Dîsa dûra dûra di dîwanên şairên zemanê berê da ez li  ateş ê rast hatim.  Mesela melayekî Cizîrî ser yara bêînsaf digo cîger parçe kir, xwê lê reşand û  ateş  li ser danî. Vî  ateş î gotinek dianî bîra min ji zarokîya min a nivî bi Tirkî û nivî bi Kurdî: A teş ar e, yılan mar e, keçî bizin e, Xwedê mezin e.  Wê...

Sond Seba Çi Tê Xwarin?

Resim
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Li ziqaqên zarokîya min sond li ser şîrê dê dihat xwarin.  Mesela dema me futbol dilîst miheqeq ser korner û penaltiyan şer û şor çêdibûn û hêlekê hêla didin bi şîrê dê dida sondê.  Şormîsal, hêlekê korner bixwesta û hêla din jî bigota ‘’Top li min neket ku, ne korner e..’’, hêla korner xwestî digot ‘’Bêje bi şîrê dîya min be..’’ û ku wê hêla din jî bigota ‘’Bi şîrê dîya min be..’’, dihat hesibandin ku top neçûye kornerê, mesele hal dibû.  Mehne ew bû ku şîrê dê bi helalî hatibû vexwarin û sond jî li ser wî şîrî bi helalî dihat xwarin.  Di 7 salîya xwe da dema min dest bi mekteba Tirkan kir min berê ji hevalên xwe yên nola min nû Tirkî dielimîn  yemin içmek  bihîst bo sondxwarin...

Kok û Koçên Çend Kelîmeyên Hanê

Resim
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Firnecîyên Riha di vê sedsala 21ê da bi sê zimanan nanên xwe difiroşin. Lê rast têm, dibînim, dibihîsim, di danûstandinê da ku mişterî bi Tirkî be ekmek , bi Erebî be xubiz,  bi Kurdî be nan li ser zimanê firnecîyan çerx dibe. Ekmek, xubiz, û nan. Sê peyvên dûr û nêzîk ti eleqeya wan bi hevdu ra tune, tên li ber firneyan li hev dikevin û ser kok û koçên kelîmeyan min dibin ber meseleyên sal û zemanan. Sala 2014an, wexta Herba Kobanîyê, wexta wê herba giran, di şevekê da bi deh hezaran însan ji hêla Kobanîyê derbazî Sirûcê bûn. Her du hêl Berazîyên Kurmanc bûn, lê hidûdên serê sedsala 20an li hêla Sûrîyê, Erebî xistibû zimanê Kobanîyê û li hêla Tirkîyê jî Tirkî xistibû zimanê Sirûcê. Loma zimanên her ...

Ji Bexdadê Heta Toledo û Google Translate Tercûme

Resim
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we de ye. Tarîxçi û teorîsyenên tercûmeyan dibêjin tercûme li her derê di her dewrê de jibo kêrî mijar û meseleyekê were hatiye kirin. Tercûme bi xwe jî, dibêjin ew tarîxçî û teorîsyen, bi qasî telîfê kevn e û meseleyeka enteresan e.   Alema ilmê wextekê li dora metnên Yûnanî bû ku ew metnên hêla han xerbî têne hesibandin. Sedsala 8an û 9an, piştî Îslamê deng daye û bela bûye pêşketina şerqî jî dîsa li ser wan metnên xerbî çêbûye.  Eserên wan nivîskarên xerbî yên mîna Aristo û Hipokrat wan çaxan bi destê zanayên ji Sûrîyê hatine tercûmekirin.  Tercûman ji Sûrîyê çûne Bexdadê, li wir eser tercûme kirine û ew bajar kirine merkezeka mezin a tercûmeyan.  Piştî pêşveçûna li hêla şerqî sekinîye û Ewrupa ...