Ar, Agir û Ateş

Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye.


Ê min ji zimanê dîya xwe bihîstibû ar bû, ez ji wê elimîm ku ar vêdikeve, ar vedimire. 

Dema tewang dihat li wî arî diket di zimanê wê da ar dibû êr, êr vêxe, êr vemirîne

Dûra dûra min ji stranan agir bihîst, ji kitaban ew xwend bi mehneya êr, ew jî ku ditewîya dibû êgir. 

Dîsa dûra dûra di dîwanên şairên zemanê berê da ez li ateşê rast hatim. 

Mesela melayekî Cizîrî ser yara bêînsaf digo cîger parçe kir, xwê lê reşand û ateş li ser danî.

Vî ateşî gotinek dianî bîra min ji zarokîya min a nivî bi Tirkî û nivî bi Kurdî: Ateş ar e, yılan mar e, keçî bizin e, Xwedê mezin e. 

Wê roya hanê ez û dîya xwe li ber televîzyonê rûniştine, agir ji devê spîkera xeberan derket û dîya min jî çû zarokîya xwe. 

‘’Vana dibên agir ji êr ra, dîya mi jî digo agir..’’ got dîya min. 

Bi min ecêb hat gotina dîya min, ez şaş bûm, çinku min tek carekê jî ji zimanê wê agir nebihîstibû heta niha. 

Tesîra televîzyonê bû belkî, belkî dîya min êdî hiş xerab kiribûn, ez bi şubhe li şopê ketim. 

‘’Wekî din kê digo agir?’’ min got, min pirsî ji dîya xwe. 

Wê hema navê dîya xwe got berê, Fata Misê, û dûra got ‘’Edla Fadê û Saloya Bêrkel, wan jî digo agir.’’

Mesele ne tesîra televîzyonê bû û şikur hişên wê jî tam li serê wê bûn, lê mesela çi bûbû ku dîya min ji dîya xwe agir nestandibû û anîbû ar dabû min û tek carekê jî negotibû agir? Koçeka çawa çêbûbû? Deng û kelîmeyên di zimanan da ekserî bi koçkirinê diguherin çinku. 

Li ser vê mesela koçkirinê zimanzan bo deng û kelîmeyên di Îbranîya Îsraîlê da pir tiştan dibêjin. 

Îbranî û Erebî zimanên Samî ne, nas û pismamên hevdu ne yanî. 

Bes wexta Îsraîl bûye dewlet, Îbranîya wê ya wan Yahudîyan bûye ku ji Ewrupa hatine axên Filîstînî. 

Li dû wan Yahudîyên Aşkenaz yên Ewrupa ji welatên Mexrîbê Yahudîyên Seferad hatine. 

Di van koçan da, ku bi sedan salan ajotine, gelek deng û kelîmeyên nola Erebî di Îbranî da jî hebûne wenda bûne û telefuza nola ya Ewrupîyan ketiye ser zimanê Îbranîya resmî ya Îsraîlê. 

Lê deng û kelîmeyên ji qirikê yên Erebî jiber ku wî zimanî koç nekiriye hîn nola xwe ya berê sekinîne. 

Ar, agir, ateş.. Di rêka koç û qaçan da kîjan li ku vêket li ser zimanên Kurdan eceb, kîjan li ku vemirî. Dinya, mirin û însan û ziman têda, ar, agir, ateş.

Omer Faruk Baran

Dilbilimci ve Diller - Claude Hagege, Çeviren: Mehmet Rifat - Sema Rifat, Yapı Kredi Yayınları - 2022



PIRR TÊNE XWENDIN

Zimanê TRT Kurdî, Stêrk û Rûdawê - Planeka Makro

Bi Pêşgotina Abdullah İncekan Hinekî Din Rainer Maria Rilke

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe