Kayıtlar

Evdî Hesqera etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Çar Pênc Caran Şiîrên Evdî Hesqera

Resim
Havîna 2025an min çar pênc caran  Çar Pênc Salan Beriya Vê  ya Evdî Hesqera xwend.  Evdî Hesqera çi bi Zazakî çi bi Kurmancî, çi çîrok çi şiîr di her esereka xwe da rind raber dike ku ew muptelayê mîzahê ye û li cîhê ku mîzah hebe îzaha zêde ne îş û karê baqilan e.  Di  Çar Pênc Salan Beriya Vê  da, dûr ji îzaha zêde Evdî Hesqera bi wê mîzaha xwe dengbêjekî  kin-bêj  e mesela, meseleyên saz û stranên derg û dirêj, tîne bi şiîran bi zimanekî req, teq dibêje.  wexta Remê Simê  ji nav malên Kanîbelekê  derket û berê xwe da dêmanên Memanka, dî li pey tê jina kirîva wî go ‘lêy vegere!’ ‘na! têm bi te re  bes e êdî!’  kirîv bar kir çû ji jinê pirsîn ka  ‘dilê te ket çî Remê?’  go ‘baqê simêlê..’ Ne bi tenê simêl û şer û şûrên eşîran, bi muzîkên modern ra jî mîzahşor e Evdî Hesqera. A wî tinazek e, di ser straneka Ciwan Haco ra dibêje,  porsorê piercing zerê kesera li ser keserê , a wî hawarek e dibêje ka  cap...

Xwendin û Analog-Dîjîtala Havîna Sala 2025an

Resim
Havîn 2025. Bi guhdarên sadiq û samîmî, bi yardimên destekçîyên dilsoz, bi mektûbên ser heyatê, bi notên kultûr, sanat û edebîyatê, bi edîtorîya Omer Faruk Baran dewam dike Perxudres Podcast.  *** Simko Gerokê li welatên Latîn Amerîkayê digere Agustosa 2025an ji Perxudres Podcastê ra ser kuştina jinên Meksîko mektûbek şand.  Di mektûbê da Simko ji zar û zimanê dostê xwe Sahaf Palo dibêje “Li dinê mazlumên tewr mazlum jin in.” Dema min bi fotografên reş û sipî yên jinên Tirkîyê - hinek ji wan jinên serqot û sekuler ên sedsala 20an ra dibêjin “cumhuriyet kadını” (jinên cumhurîyetê) - kolajeka analog çêdikir ji mektûba Simko Gerok gotina Sahaf Palo hat bîra min. Li hêla me Sirûcê mêr û mezinên berê seba jinan li şûna ku bêjin “jin e” digotin “êgsig e” Belkî însanên vî zemanî biqeherin ser vê kelîmeyê û bêjin “Ji jinan ra gotine ‘eksik kafa’ (aqil-kêm)” lê ne wer bû. Gava min ji mezin û maqûlan dipirsî, min digo “Seba çi dibêjin ‘êgsig?” Wan digo “Jin mehsûm in, gune ne, lazim e k...