Çar Pênc Caran Şiîrên Evdî Hesqera
Havîna 2025an min çar pênc caran Çar Pênc Salan Beriya Vê ya Evdî Hesqera xwend.
Evdî Hesqera çi bi Zazakî çi bi Kurmancî, çi çîrok çi şiîr di her esereka xwe da rind raber dike ku ew muptelayê mîzahê ye û li cîhê ku mîzah hebe îzaha zêde ne îş û karê baqilan e.
Di Çar Pênc Salan Beriya Vê da, dûr ji îzaha zêde Evdî Hesqera bi wê mîzaha xwe dengbêjekî kin-bêj e mesela, meseleyên saz û stranên derg û dirêj, tîne bi şiîran bi zimanekî req, teq dibêje.
wexta Remê Simê
ji nav malên Kanîbelekê
derket û berê xwe da dêmanên Memanka, dî
li pey tê jina kirîva wî
go ‘lêy vegere!’‘na! têm bi te re
bes e êdî!’
kirîv bar kir çû
ji jinê pirsîn ka
‘dilê te ket çî Remê?’
go ‘baqê simêlê..’
Ne bi tenê simêl û şer û şûrên eşîran, bi muzîkên modern ra jî mîzahşor e Evdî Hesqera. A wî tinazek e, di ser straneka Ciwan Haco ra dibêje, porsorê piercing zerê kesera li ser keserê, a wî hawarek e dibêje ka caps locka me kanî! û a wî ne kûçik, lê pisîkek e mecbûrî li mala şafiîyan ku nav jî kiriye mişkşikênê xwarzî..
Misrayên ji Pertew Begê Heqarî, ji Şêx Beşîrê Haşimî û ji Mela Elîyê Baqustanî jî li şiîrên xwe reşandine Evdî Hesqera ku di yekê de Baqustanî dibêje ‘’Li vê dunê tu dinêrî ku dewamî dewr dike.’’
Bi vê dewr û dewamîya dinê bo nas û dostan gelek îthaf hene di şiîrên Evdî Hesqera da.
Di şiîrên bi îthaf da yek a bo ku kûpê namûsê Barişê Beso bala min kişand, yek jî a bo Welat Ramînazad.
Evdî Hesqera kitabeka xwe ya çîrokan, ewa bi Zazakî, ewa nav Çend Kerdenê Dostê Kosmosî jî îthafî Welat Ramînazad kiribû û ser wî gotibû bohemo verîn ê Kirdan.
Welat Ramînazad hem bi Kurmancî hem bi Zazakî di du kitaban da îthaf sitandiye ji Evdî Hesqera yanî. Ka ma hene vî zemanî hevalî û hezkirinên wanî pir, wanî bi du zimanî? Pirs pirsa ronedîyan e.
Evdî Hesqera di şiîreka din de agirekî dadide bo ronedîyan û hal û hikayeta wan misra bi misra dadigre:
mîna ku wexta towbeyê ji me çûbe
me dara zîyaretê birîbe, pisîka camîyê kuştibe
xelkê dîsa em xapandin
lê em jî xweş mirin, ne?
te dî em çiqas xweş mirin
Omer Faruk Baran
Jibo malumatên zêdetir:
Çar Pênc Salan Beriya Vê - Evdî Hesqera, Weşanxaneya Avesta - 2025
Çend Kerdenê Dostê Kosmosî - Evdî Hesqera, Weşanxaneya Roşna - 2025