Sond Seba Çi Tê Xwarin?
Va xeleka bi destekên Can Tercüme hatiye hazirkirin. Can Tercüme ya merkeza wê li Riha ye, bi kadroyeka oste, bi tecrûbeyên salan, bi erêkirina noter, sondxwarî tercûmeyan dike. Jibo ewraqên resmî û jibo karên din yên tercûmeyê Can Tercüme bi hemî zimanên cîhanê di xizmeta we da ye. Li ziqaqên zarokîya min sond li ser şîrê dê dihat xwarin. Mesela dema me futbol dilîst miheqeq ser korner û penaltiyan şer û şor çêdibûn û hêlekê hêla didin bi şîrê dê dida sondê. Şormîsal, hêlekê korner bixwesta û hêla din jî bigota ‘’Top li min neket ku, ne korner e..’’, hêla korner xwestî digot ‘’Bêje bi şîrê dîya min be..’’ û ku wê hêla din jî bigota ‘’Bi şîrê dîya min be..’’, dihat hesibandin ku top neçûye kornerê, mesele hal dibû. Mehne ew bû ku şîrê dê bi helalî hatibû vexwarin û sond jî li ser wî şîrî bi helalî dihat xwarin. Di 7 salîya xwe da dema min dest bi mekteba Tirkan kir min berê ji hevalên xwe yên nola min nû Tirkî dielimîn yemin içmek bihîst bo sondxwarin...