Kayıtlar

Nilgün Marmara etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mektûba Guhdar Lehî û Cewabeka Xwekuştinî

Resim
Merheba, bi xatirê we... Çawa ku wextê mirina min hatibe û hê nemirîm dixwazim xatirê xwe ji we û ji vê dinê bixwazim. Îro, sibe, 3 meh din, 7 sal din û belkî jî 31 sal din nizanim lê ez ê rojekî bimrim û herim. Dibe ku ji nişka ve bimrim, dibe ku nexweşiyeke bêderman min bigre û hêdî hêdî pê wê bimrim. An jî mirineke bi xwestin, ma kî dizane dê kî çawa bimre. Wê rojê min vîdyoyeke li ser sê jinên nivîskar û helbestvan temaşe kir; Nilgün Marmara, Sylvia Plath û Virgina Woolf. Meraqa wan her sê jinan li ser edebiyatê bû belê, lê du tiştên din jî ew dişibandin hev: Jiyanên depresîf û xwekuştin.  Her sê jinan jî mektûbek nivîsandibû û paşê xwe kuştibû. Gelekî tesîr li min kir jiyan û mirina wan. Paşê ket hişê min ku ji bo nivîsîna mektûbeke xatirxwestinê ne hewce ye mirov xwe bikuje. Her wextê, beriya ecelê xwe mirov dikare mektûbeke xatirxwestinê binivîse. Madem ez ê jî rojekê her bimrim, min xwest mektûbeke xatirxwestinê bihêlim li pişt xwe, da ku piştî mirina min jî dengê min qut n...