Kayıtlar

Îmad Kakilo etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Bi Nuri Dersimi û Îmad Kakilo Sed Salan Alman

Resim
Doktor Nuri Dersimi di xatirayên xwe da bi fikrên miletperwer û bi qelemeka huzinliser behsa Cenga Cîhanê ya 1ê dike.   Di xatirayên xwe da Doktor Nuri Dersimi dibêje bi emir û fermanên şaş yên Enver Paşa û Talat Paşa sala 1915an li hêla Erziromê bi sed hezaran Kurd bi ba û bagerên berfê canên xwe ji dest dan. Tîfo ketibû ordîyê , dibêje Doktor Nuri Dersimi,  eskerên ku ji herbê direvîyan nexweşî bi xwe ra dibirin gundên xwe jî û her ro du ro li rê û dirban bi sedan Kurd dimirin. Di wan salan da Kurdên di bin hikmê Osmanliyan da bi Tirkan ra tevî tifaqa Almanan li hember Rûsan şer dikin li hêla Erziromê, lê bi trajedîyeka mezin, bi derb li ser derban dişikên.  Doktor Nuri Dersimi dibêje keçikên macir û jinên bî mane bi şîn û girî li eleyhê Almanan kilam digotin û ji wan kilaman yekê di xatirayên xwe yên bi Tirkî da bi Kurmancî rêz dike:  te çima me ra qanûnek dananî ar di mala te keve Alamanî te paşiya mêran me ra anî mala te bişewite Alamanî te kokê mêran me ra anî...