Axçîkên Serdar Canan û Şengên Şekir Axa
Axçîk bi salan e ji stranên bi Kurdî, Ermenî û Tirkî li guhên min dikeve. Tewr talî bi strana ser Şekir Axa bi dengê Serdar Canan careka din li guhên min ket axçîk. Serdar Canan ê stran ji devê Kerîmê Jîrkî girtiye wê bi qaîdeyeka wer mîstîk û modern dibêje ku pê ra canê însanê vî zemanî jî gurzgurzî dibe. bûye gengeşa bûye gengeşa meydana Şaxê bûye gengeşa axçîkên taxiya werine temaşa şerê şêrê sor d’gel mîr û paşa şerê Şekir Axa l’gel mîr û paşa D. Îzolî û Zana Farqînî, nivîskarên ji sedsala 20an hatine vê sedsala 21ê di ferhengên xwe yên Kurdî û Tirkî da, bo axçîk ê gotine, mehneya wê keçik e û ji zimanê Ermenîyan hatiye ketiye Kurdî. Yusuf Ziyaeddin Paşa jî talîya sedsala 19an ra, nav El-Hedîyye El-Hamîdîyye Fî-l-Lugat El-Kurdiyye , di ferhenga xwe da ser axçîk ê dibêje bi zimanê Ermenîyan e û dide zanîn ku ew jibo keçikên Xirisîtîyan yên gênc tê gotin. Sevan Nişanyan, di ferhenga xwe ya etîmolojîyê ...