Reşîtê Dengbêj-Mitrib-Omerî

Mela Mehmûdê Bazidî di kitaba xwe ya ser edetên Kurdan da derbarê mitriban jî nivîsîye. 

Di vê kitabê da, Mela Mehmûdê Bazidî ser mitriban dibêje feqîrul-hal in û kar û şixulên wan li şayîyan saz e.


Dema min kitaba Silêman Demir, ewa nav 
Reşîtê Dengbêj xwend, di ser mitribîyê ra gotinên Mela Mehmûdê Bazîdî hatin bîra min. 

Hîn gava çavê min nû li kitaba Silêman Demir ket bi fotografa Reşît a li qapaxa kitabê bi min wer hat ku lazim e navê kitabê ne Reşîtê Dengbêj lê Reşîtê Mitrib be. 

Silêman Demir, ku ji Nisêbînê ye û nêzîkî 40 salan li Swêdê maye, bi wefadarîyê bo îade-î îtibar ser Reşît nivîsîye.

Nivîskarê hîn di zarokîya xwe da him guh daye him dil daye muzîka Reşît, kitaba ser wî ne bi tarzeka akademîk û zimangiran, lê bi stîleka serbest, nola ku li cemeateka dostan rûniştibe û peyîvîbe, wisa hazir kiriye. 

Kitaba bi xatirayan dagirtî di ser muzîka Reşît ra ji salên 1970î ber bi îro va gotin û guherînên sosyo-kulturî jî raber dike parîyekî. 

Mesela Silêman Demir dibêje salên 1970î di nêv xort û xwendekaran da êdî bayê çep hebûye û bi vê bayê îdeolojîk ra wan muzîkên wek ên Reşît kevn û kotî hesibandine û ew ji wan muzîkan dûr ketine. 

Qey dûra qey poşmanî ye, qey xurbetî ye, qey veger e li esl û esasê, Silêman Demir li Swêdê di wan şevan da ku Swêdî jê ra dibêjin şevên qedîfe xwastiye ew ser heyata Reşît kitabekê hazir bike. 

Jiber ku dema dest bi xebatê kiriye, Reşît î mirî bûye, Silêman Demir bi qeydên di kasetan da, bi xatirayên di bîra wî û ya dostan da mane malumat dane ser hevdu.

Reşîd ser xwe digotiye ‘‘Ez Reşît im, bavê Kinê me, gurçika gê me, şairê dinyê me, her welatekî perçak jê me, însanê min nehewîne, ez bi zorê mêvanê wê malê me’’ 

Wisa xwe naskirin didaye Reşît, lê ew kî ye li gor qaîdeyên binavkirina cemeatê? Reşîtê Mitrib? Reşîtê Dengbêj?

Tê zanîn ku mitrib a bi mehneya muzîsyen ji Erebî hatiye û ketiye Kurdî, lê ku çi bûye çito bûye, mehne dûra qulibîye ser biçûkdîtinê û ew wek heqaret jî hatiye gotin. Yek ji yekî ra bi qehr, bi tehn û tinaz dibêje ‘‘Ma tu mitrîb î?’’ 

Min bi xwe mitrib salên 2010î dema ez bi etnomuzîkolog Argun Çakır ra bo karên wî yên ser kemançecîyên li Nisêbînê xebîtîbûm, wan çaxan, min cara pêşî bihîstibû. 

Li hêla me Kobanî û Sirûcê ji def û zirneciyan ra dibêjin gewende, li hêla Efrînê navê wan kesan kirîv e û ji Botan û bi wêda begzade jî dibêjin ji wan muzîsyenan ra. Bes navê wan muzîsyenan biguhere jî tim eynî biçûkdîtin, tim eynî hal û hikayet û heqaret.

Şerefxan Cizirî di kitaba Silêman Demir da dibêje wî di nivîsan da jibo Reşît nola ku bêje Huseynê Omerî yan Xidirê Omerî gotiye Reşîtê Omerî, lê dibêje hinekan qerfên xwe bi wî kirine û gotine ‘‘Ma mitrib çilo bûne eşîr û Omerî lo..’’ 

Li ser vê pirsa nerazîbûnê, Şerefxan Cizirî dibêje Reşît xwe li gundên herêma Omerîyan girtîye û normal e ku ew jî bi navê herêmê were binavkirin. 

Yanî Şerefxan Cizirî, ne di ser eşîrîyê ra, lê di ser xwarin û vexwarina av û nanê war û welatê Omerîyan ra navê Reşît kiriye Reşîtê Omerî. 

Mela Mehmûdê Bazîdî ser mitriban dibêje zimanekî wan î xususî heye ku xêncî wan kes vî zimanî nizane, lê dibêje ew bi Kurdan ra bi Kurmancî xeber didin. 

Reşît jî bi Kurmancî xeber daye, şivika xwe bi Kurmancî li ribabê xistiye û bi mitrîbî û bi muzîsyenîya xwe tesîrek li ser Silêman Demirê Kurmanc û nivîskar hiştiye ku wî rabûye ser wî kitabek nivîsîye.


Jibo kultûra Kurdî ya Reşît gihandiye talîya sedsala 20an, Silêman Demir bi nîyeta spasî û saxkirinê li dû şopa gora wî dengbêjî ketiye, ew piştî westaka tam dîtiye, û bi yardima dostê xwe Husên Duzen kevirê gora wî çêkiriye. 


Nivîsa li ser kevirê gora Reşît, silavek e li fanî-halê dinê, silavek e li kilam û gotinê: 


’’Ez Reşît im, şairê dinyê me, her welatekî parçek jê me, niha mêvanê vê gorê me.’’ 

Omer Faruk Baran


Jibo malumatên zêdetir: 


Reşîtê Dengbêj - Silêman Demîr, Weşanên Doz - 2025

’Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye - Mela Mehmûdê Bazîdî, Amedekirin û Tîpguhêzî: Murad Celalî, Weşanxaneya Nûbiharê - 2021

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê

Mektûba Guhdar D. û Rêya Xewê