Mektûba Guhdar Ş. û Hindurê Malan
Merheba, Ez weke guhdar û xwendevanekê te yê dilsoz qasê te vegotîye hay ji jîyana te heme. Îro nêta min ne dilêşandin û tevrakirina derdê te ye. Tenê pirtûka ku min xwend, ka çawa derseke heyatê daye min dixwazim bibêjim. Heftîya çû, min Cîhê Bavê Min ya nivîskara Frensî Annie Ernaux, ku Nobela 2022yan girtîye, xwend. Gava li Konukeviyê benda hevalê xwe bûm min çû ji wê sahafa li erasa wê meydanê ku tenê di nêv de çend pirtûkên ji bo xwendinê hene Cîhê Bavê Min rakir û dest bi xwendina vê kitaba zirav kir. Her çiqas kitêb wek roman jî derbas bibe tehma rojnivîsk û bîranînê jî tê de heye. Nivîskar li gorî nêrîna xwe qala cihê bavê xwe yê di jîyanê de kirîye. Bi awayekî zelal û sade bi mirina wî destpê kirîye, çûye berî bûyîna wî û bi awayekî kronolojîk dîsa hatîye ser mirina wî. Dema min destpê kir bavê min hate bîra min û carekî de bi awayekî romantîk li bavê xwe fikirîm. Rind bû baş bû bavê min, car carna xwe nehetikanda baştir bû lê qey ewqas dibe. Pişt...