Mektûba Guhdar Sînn û Sibeheka Dudilî
Xelasbûna havînê, roya Paşînî ye. Li kantoneka biçûk a Swîsreyê me, li bajarekî wîna ku navê wî pir kes nizanin. Sankî her tişt bi qasî ku lazim be heye: Ne zêde, ne jî kêm. Lê vê sibê.. Her çiqas naxwazim rabim jî radibim . Min alarm eyar nekiriye, lê saet 07:48 e. Heyam ne germ e ne jî sar e, ti tiştî nade hîskirin. Sibehên wîna pir caran derbaz dibin, lê îro ji min nare sibeh. Sifte darim mutfaxê. Li ser masê qedehek av ji şeva berê heye. Di binê qedehê da çend dilop mane û rêça pêçîyan li ser qedehê heye û tuneye. Paşê darim banyoyê. Li neynikê mêze dikim lê ne rasterast, wextê ku sere xwe xwar dikim, ji kêlekê da xwe tenê hindikî dibînim. Porên min gî tevlihev bûye, rûyê min westîyayî xanê dike. Ez ji nişka ve çerx dibim. Eger ez xwe dirêj dirêj mêzê bikim ya ezê tiştekî hîs nekim ya jî ezê zêde tiştan bibînim di xwe da. Her du jî xirab in. Dûr dikevim ji neynikê. Dûra radiwirim di odeyê ra, çavên min li kevîyê kîlîmê dikevin. Zû va goşeya kîlîmê qat bûye, lê ez naxwazim tişt...