Mektûba Mekiya Baran Erden û Derbên Mezinbûnê
8 salî bûm. Mala me havînê ji deştê çûbû zozanan. Rojên li zozanan li ser kanîyan û bi heywanan ra derbaz dibûn. Ji wan rojan rojekê kurapekî dîya min di destê xwe da bi heywanekî kuştî hat mala me. Cara pêşîn min ew heywan didît. Heywanekî ecêb bû, bêna wî pir pîs bû. Min nizanibû ew çi heywan bû, lê bi dîtîna halê wî yê mirî tiştekî nû diqewimî di nav dilê min da. Dilê min bi elameta mezinbûnê dikir gupegup û min dixwest mezin bibim. Bi vê xwestinê rojekê sibehê ez û xwişka xwe em çûn çolê. Em diçûn ku ji nişka va heywanekî xwe avêt pêşîya me. Veciniqîm, ew bû, min nizanibû ezê çi bikim. Çend lehze me li hev nihêrî. Piştî wan lehzeyên pêş hêdî hêdî hişê min hat serê min û xwestina min jî hat bîra min: Min dixwest mezin bibim. Ev derba kuştinê bû êdî. Kevirek hilda destê xwe min, û min ji dûr ve avêt wî. Lêket, bêna wî ya pîs jî li dora me ket. Paşê kevirekî din, yekî din, yekî din, yekî din. Min ew kuştibû û mezin bibûm; veciniqîbûm û bi kuştina wî heywanî ji nişka va mez...