Mektûba Mekiya Baran Erden û Derbên Mezinbûnê

8 salî bûm. Mala me havînê ji deştê çûbû zozanan. Rojên li zozanan li ser kanîyan û bi heywanan ra derbaz dibûn. 

Ji wan rojan rojekê kurapekî dîya min di destê xwe da bi heywanekî kuştî hat mala me. Cara pêşîn min ew heywan didît. Heywanekî ecêb bû, bêna wî pir pîs bû.

Min nizanibû ew çi heywan bû, lê bi dîtîna halê wî yê mirî tiştekî nû diqewimî di nav dilê min da. Dilê min bi elameta mezinbûnê dikir gupegup û min dixwest mezin bibim.

Bi vê xwestinê rojekê sibehê ez û xwişka xwe em çûn çolê. Em diçûn ku ji nişka va heywanekî xwe avêt pêşîya me. Veciniqîm, ew bû, min nizanibû ezê çi bikim. Çend lehze me li hev nihêrî. 


Piştî wan lehzeyên pêş hêdî hêdî hişê min hat serê min û xwestina min jî hat bîra min: Min dixwest mezin bibim. Ev derba kuştinê bû êdî. Kevirek hilda destê xwe min, û min ji dûr ve avêt wî. Lêket, bêna wî ya pîs jî li dora me ket. Paşê kevirekî din, yekî din, yekî din, yekî din.

Min ew kuştibû û mezin bibûm; veciniqîbûm û bi kuştina wî heywanî ji nişka va mezin bibûm, bi derba kuştinê derbên çend keviran mezin bibûm. Çiqas hêsan bû mezinbûn.

Ez û xwişka xwe vegerîyan malê û ez bi rûyekî dilxweş çûm ba dayika xwe. Min got ''Dayê, min ew kuşt!'', ''Te kî kuşt?'' got dayê, ''behsa çi dikî?'', ''Min ew kuşt'' min got, ''min ew heywan kuşt, ew heywanê bêna wî pîs.'', Dîya min got ''Te çima kuşt, qey zirar da te..'' Min got ''Na, min xwest ez mezin bibim..'' Dîya min got ''Ma qîzam ji bo mezin bibî hewce nake heywanekî bikujî..'' Min got ''Çima? Min dît mezin wisa dikin!'', min kuşt, min ew heywan kuşt.

Mekiya Baran Erden

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Pêşgotina Abdullah İncekan Hinekî Din Rainer Maria Rilke

Bi Halên Tercûmekirinê Hewalên Şiîrekê