Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe
Kurdên Tirkîyê piştî bêdengîya demdirêj a li dû şikestinên Şêx Seîd û Seyîd Riza serê salên 1960î bi parçek serbestî ra nola ku hêdî hêdî hatibin ser hemd û hişên xwe bi kovar û kitaban, bi gazeteyan jinûve hatine xanê.
Wan salên li dû derbeya eskerî bi rêberîya Musa Anter, Deng, bi ya Edip Karahan, Dicle-Fırat û bi ya Doğan Kılıç jî Roja Newe derketiye.
Ser Deng û Musa Anter, ser Dicle-Fırat û Edip Karahan barek belge hene îro di destê me da, lê ser Doğan Kılıç û Roja Newe malumat heta van salên dawî têm kêm diman û hema bêje ti kesî tiştek nizanibû.
Roja Newe ya Doğan Kılıç di tarîxa Tirkîyê da gazeteya pêşî ye ku bi Kurdî û Tirkî derketiye. Wan salên 1960î di gazeteyên din da jî nivîsên bi Kurdî derketine, lê îbareya Roja Newe xusûsî ew e, gazeteya bi Kurdî û Tirkî.
Gazeteya tek hejmarek derketî û nola Doğan Kılıç wenda sala 2019an li Milli Kütüphane ya Enqerê bi xebatên Mutlu Can hat dîtin û li dîjîtalê hat barkirin.
Roja Newe ya sala 1963yan derketî bi dîtina Mutlu Can ra sankî sala 2019an jinûve derket û heyecanek çêkir. Bi vê heyecanê ra meraqa ser Doğan Kılıç jî hîn zêde bû.
İbrahim Bulak çend salan xwe daye ber, li dû îz û şopa Doğan Kılıç ketiye û ser wî nivîskarê wenda kitabek hazir kiriye; ew nivîskarê li Erzîncanê hatiye dinê, demekê li Amerîka maye, li Misirê miriye û li Norwecê hatiye definkirin.
Seyr û serguzeşt e û têra xwe trajîk e heyata Doğan Kılıç.
Salên zarokîya wî, salên serhildan û terteleya Dêrsimê bavê wî, apê wî û kalikê wî hatine kuştin.
Doğan Kılıç di gêncîya xwe da sala 1947an çûye Amerîka, di ordîya Amerîkî da eskerî kiriye û li Unîversîteya Bostonê ser felsefe û medyayê xwendiye.
Sala 1955an dema ji Amerîkayê vegerîyaye Doğan Kılıç li Stenbolê dersên Îngilîzî daye û di Milliyetê da dest bi îş kiriye.
Karê wî yê di Miliyetê da enteresan e, xwendevan jê ra destxet û fotografên xwe dişînin û ew jî ji stîla nivîsên wan û fotografên wan karekterên wan tehlîl dike.
Sala 1960î bi metnên ji Îngilîzî çerxe Tirkî kiriye antolojîyeka edebîyata Çînê derdixe û hêdî hêdî li derdora kultûr, edebîyatê tê naskirin Doğan Kılıç.
Dûra sala 1963yan Roja Newe ya nav Zazakî ya mehne bi Kurmancî Roja Nû derdixe û sala 1966an jî Ehlibeyt Yolu ya ser rêka Elewîyan.
Him Roja Newe ya dengê Kurdî bilind kiriye him jî Ehlibeyt Yolu ya rêka Elewîyan ron kiriye, dikin ku ew li Tirkîyê bibe hedef û bela û bêtar, heps û zindan bi ser wî da werin.
Doğan Kılıç salên 1970î radibe berê xwe dide Norwecê û heta serê salên 1980î bi kitabên xwe yên ser Kurdan ge-ge di medyaya wî welatî da tê xanê.
Kemal Burkay û Necmettin Büyükkaya di xatirayên xwe da bêyî ku detayan bidin bi şubhe û bi zimanekî nerazîbûnê behsa Doğan Kılıç kirine, Musa Anter pir tiştek negotiye ser vî nivîskarê dewra wî.
İbrahim Bulak dibêje şopên li ser Doğan Kılıç ji 1986an pê va wenda dibin, ne nasekî wî ne dostekî wî kes nikane tiştekî zelal bibêje, tim gotine însanekî enteresan bû Doğan Kılıç û hew.
Wer tê xanê ku Doğan Kılıç piştî wextekê bi derbederîyê dûrî însanan ketiye; dûr, veder û derbeder.
Talîya kitaba İbrahim Bulak hazirkirî vê rewşê rind raber dike:
Doğan Kılıç dawîya sala 2004an ra li Misirê bi krîza dilê xwe dimire û royeka sar a zivistanê li Osloyê tê definkirin, li merasîma cenazeyê tenê çend kes hazir in.
Omer Faruk Baran
Doğan Kılıç - Kayıp Bir Kürt ve Alevi Aydını, İbrahim Bulak, Weşanxaneya Nûbihar - 2025