Qasim 2025: 230 Dolar


Qasima 2025an ji ser Patreonê bi destekên 19 guhdaran 230 dolar ket hesabê Perxudres Podcastê. 

Jiber ku piranîya destekçîyên me jiber rewşên xusûsî naxwazin navên wan di xelekên spasîyê da werin eşkerekirin, em navên wan nabêjin, lê bi nîyeta silav û spasîyê ew ji ku ne, em navên bajarên wan dibêjin. 

Bi qasî em elimîne Qasima 2025an guhdarên me yên ji Mêrdîn, Diyarbekir, Adiyaman, Erzirom, Agirî, Urfa, Meletî û Mûşê destek dane. 

Guhdarên me ji Patreonê bi qasî hikmê xwe, bi qasî budçeya wan rê dide, bo tek carekê yan mehane di otomatîkê da, 1 dolar, 3, 5, 10, 20 yan jî 30 dolar destek didin. 

Perxudres Podcast bi van destekên guhdaran pir û pir şa ye ku ew wisa bi awayekî serbest, serbixwe, bêyî ku bikeve bin hikmê terefên sîyasî, bi perspektîfeka objektîf li meseleyan dinêre. 



Da fikir û fokusa me tenê li ser Perxudres Podcastê be hedefa me mehane hezar-1000 dolar e, da weşana me nesekine û em kalîteya karê xwe hîn rind bikin.

Banga me xayet zelal e: Eger hûn ji Perxudres Podcastê hez dikin, li rê, li parkê, li mal û mutfaxê eger sebra we bi vê podcastê tê û eger her ku hûn li xelekeka wê guhdarî dikin ew tiştekî li we zêde dike, destekê bidin ku weşana wê dewam bike. 

Îstatîstîk raber dikin ku bi hezaran guhdarên me hene û bi vê em texmîn dikin ku kesên dixwazin destekê bidin Perxudres Podcastê hîn pir in, lê Patreon bi wan giran tê. 

Platformên din jî hene jibo destekê, lê jiber ku Patreon li dinê alemê tê naskirin û medyayên mezin bi wê ra dişixulin û ti talûkeya wê bo destekçîyan tune em wê tercîh dikin. Li ser înternetê bi hezaran reng hene, em naxwazin ti îşê ne xweş were ser destekçîyên me, loma Patreon. 

Ha hinek guhdarên me jî ketine Patreonê, lê problemên teknîk çêbûne, destekên wan nehatine. Ew dikarin kartên xwe kontrol bikin, bi karteka nû biceribînin. 

Guhdarên me yên pir dil dikin destekê bidin, lê budçeya wan rê nade.. Çawa ew bi guhên xwe me dibihîsin, em jî wan ji dil dibihîsin. Ew guhdarên me dikarin lînkên me ji nas û dostên xwe ra bişînin ku dengê me hinekî din were bihîstin; em rind zanin ku rêkên destekê ne tenê madî ne, manewî destek jî pir û pir muhîm e. 

Em li her derê dibêjin, em dixwazin bibêjin, pişta Perxudres Podcastê bi guhdarên xwe qewîn e û ew bejna xwe li ber wan ditewîne, spas guhdarên hêja, spas destekçîyên delal. Bi dengê Ciwan Haco: Hûn çavên min in, çavên min, hûn her hebin. 

Omer Faruk Baran

🐞Jibo desteka ji Patreonê lînk li jêr e. Dilê te çi wext bixwaze tu dikarî destekên xwe bisekinînî. 

🔗https://www.patreon.com/c/perxudrespodcast/membership

PIRR TÊNE XWENDIN

Doğan Kılıç Wenda û Wenda Roja Newe

Bi Pêşgotina Abdullah İncekan Hinekî Din Rainer Maria Rilke